PAK radest kirin û darvekirina Mistefa Selîmî rûreş dike

Partiya Azadiya Kurdistanê PAK li daxuyaniyek de radestkirin û darvekirina Mistefa Selîmî bi tundî şermezar û rûreş dike ku eve jî naveroka wê daxuyaniyê ye:

Mistefa Selîmî yê welatperwerê Kurd jiber ku pêşmerge bû 17 salan di zindanê de dimîne.

Mistefa Selîmî di roja 27ê adara 2020an de, li gel bi dehan girtîyên ku di hefsê de ne, di serîhildana girtiyan de, xwe ji Zindana Saqizê xilas kirîye û xwe gihandîye sînorê Başûrê Kurdistanê.

Lêbelê li gor hinek zanyarîyên hatine belavkirin, Mistefa Selîmî piştî ku derbasî alîyê Başûrê Kurdistanê bûye, piştî çend rojan, ji aliyê hinek kesên ji Asayîşa Pêncewînê ve radestî Hêzên Pasdarên Îranê hatiye kirin.

Paşê jî Mistefa Selîmî di roja 11.04.2020an de li Zîndana Seqizê , ji alîyê Dewleta Îranê ve hatîye darve kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyanîyeke xwe ya fermî de aşkere kirîye ku tu zanyarîyeke wan di derbarê radestkirina Mistefa Selîmî ya jibo Rejîma Îranê nebûye û bi fermana Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, lijneyek hatîye avakirin da ku lêkolînê li ser vê bûyerê bike.

Mistefa Selîmî piştî derbasî Başûrê Kurdistanê bûye , kê bi çi sebebê û bi çi awayî jî be, Mistefa Selîmî teslîmî Rejîma Îranê kiribe, em wan bi tûndî şermezar dikin.

Em piştgirîya vê pêngava Serokwezîrê birêz yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku lijneyeke lêkolînê jibo vê meseleyê wazîfedar kirîye û em hêvî û daxwaz dikin ku di demeke herî kurt de di encama lêkolîna vê lijneyê de rastîya bûyerê bêyî şik eşkere bibe. Û Mistefa Selîmî ji alîyê kê ve jî teslîmî Rejîma Îranê hatibe kirin, divê li gorî yasayên Herêma Kurdistanê ew kesên sûcdar bêne ceza kirin.

Em jiber darvekirina Mistefa Selîmî Dewleta Îranê rûreş dikin. Dewleta Îranê bi darvekirinan, bi qetlîaman, bi binpê kirin û tunehesibandina hemû maf û azadîyên miletê Kurd , dê nikaribe rê li ber doza azadîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bigire.

Em sersaxîyê ji malbata xwedê jê razî Mistefa Selîmî û ji gelê xwe re dixwazin.
13.04.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nerîna min :