CivakRojev

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkarî yê dike

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand ku li 15 navçeyên cuda yên Hewlêrê li ser zêdetirî 3 hezar malbatên ku ji ber lehiyê ziyan dîtine, pakêtên alîkariyê belav kirine.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî îro Yekşembê 26ê Kanûna 2021an di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand, alîkariyên ji bo malbatên ku di lehiya 17 Kanûnê de mexdûr bûne hatibûn komkirin, bi pakêtan li mexdûran hat belavkirin.

Hat diyarkirin ku di pakêtên alîkariyê yên ku li 15 herêmên cuda yên paytextê hatin belavkirin, xwarin, betanî, doşek, mafûr, neft, sobe, gaz û kelûpelên elektrîkî yên nav malê hene.

Di daxuyaniyê de navên rêxistinên ku alîkarî dane jî cih girt.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî herwiha eşkere kiriye ku ev alîkarî tenê alîkariyên destpêkê ne ji bo wan kesên ku ji ber lehiyê zirar dîtine û tekez kiriye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sermayedar û hinek bank dê qerebûya madî jî bidin ziyandîtiyên lehiya Hewlêrê.

Di lehiya 17 Kanûnê ya Hewlêr de,12 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek mal û otomobîl û cihên kar zirar dîtin.

Li gorî amarên fermî, ziyana lehiya Hewlêrê 21 milyar dînar bûye.

 

Back to top button