Karmendên şeredariya Stanbulê bûye babeteka gotubêjan di navbera hukumet ê serokê şeredariyê Imamoglu de. Erdogan di axavtineka xwe de gotibû ku, bi hezaran “terorist” wek karmend wergirtine şeredariya Stanbulê. Herweha Erdogan dibêje ku, Şeredarê Stanbulê bi hezaran kes ji kar avêt û di dewsa wan de kesên “terorist” wergirtin.
Şerokê şeredariya Stanbulê Îmamoglu di vê derbarê de nameyek ji serokkomar Erdogan re rêkir. Lê Erdogan roja din di bersiva nameya wî neda û axavtineka xwe de got, Serokê şeredariya Stanbulê şermê ji xwe nake û nameya ji min re rêdike.
Ji berî niha jî wezîrê derve yê Tirkiye di daxûyaniyekî de dabû xûyakirin ku, Ji kesên li Şaredariya Stenbolê, saziyên ser bi wê û kompanyayên wê dest bi kar kirine, bi hinceta pêwendiya 455 PKK/KCK, 80 DHKP-C, 20 MLKP, 2 MKP û hinek jî FETO û rêxistinên terorê yên din re hene gilî hatine kirin û li ser tiştên hatine tespîtkirin, bi armanca lêpirsîneke bi hûrgilî ji aliyê wezareta me ve lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hukumetê niha di derbarê vê pirsê de lekolîn dike û li himber şeredariya Stanbulê dozê vedike.
Di bingehê xwe îdidia tê kirin ku, dema hilbijartinên şeredariyan de li deverên wek Stanbul, Enqere û hinek bajarên din yên mezin CHPê li gel HDPê hevkariyek kir ê peymanek nehînî di navbera xwe de îmze kirine. Li gora vê peymanê jî dê hilbijêrên HDPÊ dengên xwe bidin kandidatên CHPê û li himber vê jî gelek kesên endamên HDPê divê wek karmend werbigrin şeredariyê.