PolîtîkRojev

Amerîka dê li ser piştevanîkirina Kurdistanê berdewam be

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, Amerîka soz daye berdewam be li ser piştevanîkirin û alîkarîkirina Herêma Kurdistanê.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê, Dilşad Şehab li parlementoya Kurdistanê ji rojnamevanan re got, aliyên Herêma Kurdistanê dê rola wan di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de hebe lê nabin alîgirên ti aliyekî Iraqî.

Dilşad Şehab, ku endamê serkirdetiya PDKê ye jî, li ser hilbijartinên Kurdistanê jî got, ti aliyekî daxwaza paşxistina hilbijartinan ji PDKê nekiriye. Divê hilbijartin di dema xwe de bê kirin.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê li ser vekişîna hêzên Amerîka li Iraq û Herêma Kurdistanê jî got, hêzên Amerîkî ji pêgeha şerker dibin hêzên şêwirmend û rahêner. Berpirsên Amerîkî em piştrast kirine ku dê li ser piştevanîkirina Herêma Kurdistanê berdewam bin.

Back to top button