PolîtîkRojev

Ji ber PKKê nîvê xelkê kurd, Rojavayê Kurdistanê bicîh hiştiye

Çalakvaneke siyasî yê Kurdê Rojavayê Kurdistanê dibêje, PKKê bi hezaran ciwanên kurd xistine şer, ku ti xêra wê ji bo gelê me tine û derveyî wê jî bûye sedem sedî 50 gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê koçber bibin.

Çalakvanê siyasî Şêx Nebî Fazil ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKKê ti destkeftek li Rojavayê Kurdistanê bidest neaniye, tenê xizmetê ji hizra dijminan re dike, ku wek amûrekî tê bikaranîn û wî erkê xwe jî bicîh tîne û bûye sedem navçeyên rojavayê Kurdistanê bên vala kirin. Bi hezaran ciwan xistine qada şer, ku ti xêrekî wê jibo gelê me tine. Tenê kîn û nefretê di navbera gelê me û pêkhateyên din ên Sûriyê de diçîne.’’

Herwaha got: ‘’PKK bûye sedem sedî 50 gelê Kurd ji destpêka alozî û bûyerên Sûriyê heta îro ji ber siyaseta xelet a PYDê ku baskê PKKê ye li hember gelê me pêkaniye, ku ew jî bi zorê leşkerî û xwandina îdeolojîk û qebûl nekirina hizr û fikrên cuda ye.’’

Şêx Nebî Fazil got, hemû wan pêkanînan wisa kiriye ku ew desthilat bibe sedemê jinavbirin û wêrankariyê.

Back to top button