Dewletek felestînî kurdan nêzîkî serxwebûnê dike
Dan Ehrlich di malpera The Huffington Post gotarek li ser serxebûna Felestînê nivîsiye û tê de dibêje ku eger Felestîn serxwebûna xwe werbigire hîngê dê pêkanîn û îlankirina dewleteke swebixwe ya kurdî jî di acendaya Rojhilata Navîn de bibe rastyek
Ehrlich di gotara xwe de dibêje ku, nifosa kurdan ji 30 milyon kesan zêdetir e û bi ser welatê Tirkiya, Îraq, Sûriya û Îranê de hatiye dabeş kirin. Miletê kurd mezintirîn milete ku hêşta dewleta xwe ya serbixwe nîne. Gelê kurd bi dirêjahiya dîrokê hatiye bindest kirin û ji bona bidestxistina mafln xwe kurdan gelek qurbanî daye.
Ehrlich di gotara xwe ya bi zimanê îngilîzî di malpera The Huffington Post behsa giringiya hebûna neftê li herêma Kurdistanê dike û dibêje ku, eger kurd bikarin hinartina neftê bo derve kontrol bikin, hîngê dê gelek bi hêsanî bikarin pêmgavan ber bi serxwebûna Kurdistanê pavêjin, bi taybetî di vê qonaxê de ku Tirkiya dixaze peywendiyeke xurt digel welatên rojavade hebe. Yekêtiya Ewropa dikare di wî warî de zixteke mezin bike ku hikûmeta Tirkiyeyê bi tu awayî dijî serxwebûna Kurdistanê neraweste.
Nivîskar behsa giringiya ragehandina serxwebûna dewleta Felestînê û tesîra wê li ser Kurdistanê dike û dibêje ku îlankirina dewleteke serbixwe ya Felestînê dê kurdan nêzîkî gehiûtina xewnîn wan bik eku ew jî ragehandina dewleteke serbixwe ye.
Rojevakurd