Polîtîk

Barzanî: Divê kurd rola xwe ya medenî di guhertinan de bibînin

Li cîyê mayîna xwe ya li Stenbolê, duhî, Mesûd Barzanî serokê  Kurdistanê pêşwaziya Leyla Zana parlamentera kurd a li parlamentoya Tirkiyeyê kir

Serok Barzanî û Leyla zana di hevdîtina xwe de behsa wê yekê kir ku qonaxa nuha navçe tê de derbas dibe qonaxeke nû ye û pêwîste kurd jê fêdey ji vê qonaxa nû werbigirin.

Li gor malpera fermî ya serokatiya herêma Kurdistanê di hevdîtinê de serok Barzan tekîd li ser rola medenî ya gelê kurd kiriye û tekîd li ser wê yekê kiriye ku divê kurd rola xwe bi awayekî medenî di guhertinên herêmî de bibînin û zêdetir ji bona pêkvejiyana bi aşitî pêngavan pavêje û pirsgirêkên xwe digel neteweyên din bi rêya diyalog, syasî û bi aşitî çareser bike.

Weke tê zanîn serokê Kurdistanê bi serdaneke fermî li Tirkiyeyê ye û di vê serdana xwe de heta nuha serok Barzanî digel serokomar û wezîrê derve yê Tirkiyeyê hevdîtên pêkanîne. Herwesa serokê Kurdistanê digel parlamentoyên BDP jî civyaye.

Serok Barzanî dê digel serokwezîrê Tirkiyeyê jî bicive û paşî ji Tirkiyeyê ber bi belçîka û Îtaliyayê bi rê keve.

Back to top button