Em li dijê PKK-ê tevlî tu operasyonekî nabin
M.Ali Birand
Doh min li gel serokê Kurdistana Iraqê hevdîtinek dirêj kir.Wek her carê raste rast peyivî.Ji berî niha bi salan çi digot , ew helwesta xwe berdewam kir. Dikare çi bike , çi nikare bike gelek bi vekirî got. Li Tirkiye hinek alî dibêjin ku mirov nikare baweriyê li Barzanî bîne .Lê lîderî kurd heta niha çi gotibe li ser gotina xwe sekiniye.
Barzanî peyamên gelek girîng dan:
1- Ji bo min pirsek herî girîn, bila biratiya Kurd û Tirka zererê nebîne.Vêca pêvajoyek nû destpêkiriye bila dostaniya me têkneçê. Belê PKK leşkera û polisa bikuje ev dostanî zererê dibîne.
2- Ev pirsgirêk bi çekan nayê çareserkirin. Ne Tirkiye û ne jî PKK bi çêkan nagihin tu derekî. Ez ji bo operasyonên leşkerî bisekinin hatime Tirkiye.
3- Em tevlî tu operasyonên leşkerî nabin.
Barzanî da xuyakirin ku, ne mimkine ku ew li dijê PKK-ê tevlî operasyonekî bibin. Behsa zehmetiya derxistina PKK-ê ji Qendîlê kir û di vî warîde behsa tecrubeyên xwe yên pêşmergeyîtiyê kirin.
Li gora Brazanî yekem rêya çareseriyê diyalog e. Da xuyakirin ku xebata çêkirina desturek nû dikare zemînek gelek baş peyda bike. Da xuyakirin ku divê BDP xwe ji parlementoyê nedê aliyekî.
Min li gel Barzanî li ser rewşa Qendîlê xeber da. Ji bîr nekin ku Barzanî bi salan li wê deverê dijê rejima Iraqê şer kiriye. Pêşmergetî kiriye û herêmê baş nasdike.
Barzanî behsa serpêhatiya xwe kir û got: Hêza supayê Tirkiye kifşe. Lê çikas bi hêzbin û imkanên wan yên teknîkî hebin jî li herêmê gelekî zehmete. Yê li himber wene supayeke. Hun nikarin ji wan çîyayan gerila derêxin. Min li wan deveran şer kiriye. Wê demê rejima Iraqê li dijê me çekên kimyawî kardianîn hemû leşkerên xwe anîn herêmê. Bi balafiran li me didan, lê cardin nekarîn me ji herême derêxin, ev herêm di cîhanê de cihê herî asêye.
M.Ali Birand
Rojnama Milliyet
Werger: D.J/Rojevakurd