Polîtîk

Dewletê cara ewil got "Kurdistan"

Li Tirkiyê cara yekem navê Kurdistanê ,di nivîseke fermî de derbas bû. Walîtiya Şirnexê, di daxuyaniyeke fermî a nivîskî de, ji bo Herêma Kurdistana Federe a Iraqê, îfadeya, “Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê” bikaranîye.

Heta niha rayedar û rêveberin Tirkiyê, devkî an nivîskî peyva “Kurdistan”ê qet nedane ser zimanê xwe û bi Kurdistanê re her tim “Iraqa bakur”, bakurê Iraqê” û “rêveberiya Kurd”, ev îfadena bikardihanîn. Bi Walîtiya Şirnexê ve girêdayî, Amîrtiya Îdarî a Mulkîya Haburê, di derbarê belgeyên qalîtê û îxracatê de, di daxuyaniyê de navê Kurdistanê bikaranî. Ev cara ewile ku, ji aliyê saziyeke dewleta Tirkiyê ve, li ser ewraqeke fermî navê Kurdistanê derbas dibe.      

Back to top button