Dewleta Kurdistana Serbixwe(Vîdeo)
Naveroka hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel Beşa Farisî ya BBC
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevpeyvîneke li gel Beşa Farisî ya Kanala BBC, tekez kir ku Hikûmeta Iraqê divê çareseriyek ji bo pirsên siyasiya niha ya Iraqê peyda bike. Eger pirs berdewam bibin, Kurd her egerek dinirxîne.
* Bi raya cenabê we baştirîn rê ji bo çareserkirina vê pirsa niha ya Iraqê çiye?
Serokê Herêma Kurdistanê: Ji bo çareserkirinê vê pirsê, du rê heye, yek li dadgehe û divê hemû aliyek rêz lê bigrin û ewê din jî çareseriya siyasiye, ku aliyê siyasiyan hewla bestina kongreyekî nîştimanî dane heta ku serkirdeyên siyasiyan bikarin li rêya guftûgoyê çareseriyek ji bo vê pirsê peyda bikin û li ser awayê hukimraniya welat bipeyvin.
* Gelo hun bi wê yekê razî dibin li Herêma Kurdistanê da dadgehîkirina Haşimî birêvebiçê û dadwer ji Bexda ve bê?
Serokê Herêma Kurdistanê: Eger dadgeh vê biryarê da û aliyê siyasiyan jî rizamendiya xwe li ser derbirî, em bi tevahiya şiyana xwe ve yarmetiya wan didîn.
* Baweriya we bi dezgeha dadweriya Iraqê heye? Gelo li Bexda Haşimî bi awayekî adîlane dihête dadgehî kirin?
Serokê Herêma Kurdistanê: Mixabin bê baweriya li navbera aliyên siyasiyan û dezgehên emnî heye, eve jî gumanê xistiye nav dezgeha dadweriya Iraqê. Lê belê li gel wê yekê jî Serokê Dezgeha Dadweriyê kesekî birêze.
* Tu dibêjî Serokê Dezgeha Dadwerî kesekî birêze, lê belê belavkirina danpêdananên pasevanên Haşimî piştî 48 se’et ji televizyona Iraqê ve, bûye sedema guman kirina hinek aliyan, weku rêxistina Lêboriniya Navdewletî. Gelo heta niha jî baweriya we bi Dezgeha Daweriya Iraqê heye?
Serokê Herêma Kurdistanê: Bi baweriya min, belavkirina wan danpêdanan karekî ne rast bû, ez nikarim piştgîriyê li rastî yan nerastî danpêdananan bikim. Li demek de ev danpêdanan li berdestê dewletê da bû, diviya pêgeha siyasî jî li berçav bûya. Serok Talebanî bi nûnerayetiya me daxwaz ji Malîkî kiribû ku wan danpêdanan belav nekin. Lê belê guh nedan û belav kirin.
* Dezgeha Dadweriya Iraqê dibêje, divê Tariq Haşimî li Bexda bê dadgehî kirin. Gelo ji bo çi cenabê we Haşimî radest nakin? Ji ber ku dewlet dibêje, hun bi sedema nedana Haşimî ve beranberî destûra bingehîna Iraqê rawestane?
Serokê Herêma Kurdistanê: Heta niha dadgeh daxwaza vegerana wî nekiriye, tenê li nameyek da hatiye gotin ku mafê çûna derveya welata Haşimî tûne.
* Eger hun Haşimî radestî Bexda bikin, renge li gel Sunne tûşî pirsgirêkan bibin. Li heman demî de Kurd dema ku kesek hêviya xwe bo wî bîne, herdem alîkariyê didiyê. Li demek de dadgeha Iraqê daxwaz ji Herêma Kurdistanê bike wekî beşek ji Iraqê Haşimî radest bike, hun çi dikin?
Serokê Herêma Kurdistanê: Bila ez vê yekê baş ronahî bikim. Dezgeha Dadweriya Herêma Kurdistanê serbixweye û tu pêwendiyekî bi Dezgeha Dadweriya Iraqa Federal ve tûne. Eve tiştekî siyasiye û Haşimî Cîgirê Serok Komarê Iraqe û Nûnerê Grûpa Mezhebî û Îtîlafa Siyasiye. Ji bo wê yekê eve pêwîstî bi çareseriyekî siyasî heye. Eger hinek kes bixwazin sîstema siyasiya Iraqê têk bidin, eve tiştekî dine û em li gor yasa û çanda xelkê Kurdistanê, teklîfa xwe ronahî dikîn.
* Berî çend heftiyek we li gel Biden bi telefonê axaft. Gelo bîr û raya wî ya li vê derbarê de çawa bû?
Serokê Herêma Kurdistanê: Ewî nîgeraniya xwe ya li vê pêvajoyê derbirî û daxwaz ji me nekiriye Haşimî radestî Bexda bikîn. Daxwaz ji hemû aliyê siyasiyan kir ku çareseriyek ji bo vê pirsê peyda bikin û hewleke tevahî bidin.
* Sala derbasbûyî we rolekî girîng li nêzîkkirina aliyê siyasiyên li Iraqê da dît û we hevkariyeke baş ji bo dabeşkirina desthilat li nav Hikûmetê da kir. Gelo dewleta Malîkî wê peymana sala derbasbûyî cîh bi cîh kir?
Serokê Herêma Kurdistanê: Ew peyman li ser bingeha ewe bû ku em hemû hevbeş bin, lê belê mixabin ew tişt wekî ku me dixwest nebû û dabeşkirina desthilata rasteqîne dirûst nebû. Gelo eve tiştekî mentiqiye ku piştî yek sal Iraqê Wezîrê Bergirî û Navxo û Serokê Dezgeha Hewalgiriyê nebê.
Artêşê jî pirsgirêkên cîddî heye û tevahiya sîstema dezgeha emnî û artêşa Iraqê bi berevajiya destûra bingehîna Iraqe ku divê ev tişt li jêr çavdêriya Parlemenê da bê. Du rê jî li pêşe, yekem eweye ku divê hemû ji bo vê pirsê bigihin çareseriyek, yan jî eveye hilbijartina pêşwext bête encam dan.
* We li ser meseleya Kerkûk û navçeyên veqetandî, pirsgirêkeke mezin li gel Bexdayê heye û Serok Wezîrê Iraqê jî li serdana xwe ya Emerîka daxwaz ji kompanyaya Ekson Mobîl kiriye, eger peymana xwe ya li gel Herêma Kurdistanê da hilneweşênin, Iraq li gel wan muamele nake, gelo peymana we yasayîne?
Serokê Herêma Kurdistanê: Ew peymana ku Herêm li gel Ekson kiriye, sedî sed yasayîne û li ser bingeha peymana me ya li gel Hikûmeta Iraq û destûra bingehîna Iraqe.
Bila ez vê tiştê bi eşkere bibêjim Malîkî, Şehristanî û Hikûmeta Iraqê, muameleyên şaş di derbarê peymanên me yên li gel Ekson Mobîl de kirine û em ji ber berjewendiya welatiyên xwe tu tiştekî nabêjîn. Lê belê bi tu awayekî dev ji cîh bi cîhkirina maddeya 140 nakîn û eger pirsgirêk bi vî awayî biçin, emê li rêya Parlemen û xelkê xwe, rapirsînê dikîn û ew çi biryarek bidin, em wê biryarê cîh bi cîh dikîn.
* Eger xelkê Kurdistanê serbixweyiya Kurdistanê xwestin, wê demê hun çi dikin?
Serokê Herêma Kurdistanê: Eger ewe raya xelk bê, gelo ez dikarim berevajiya wê rayê kar bikim?
* Ji Iraqê cûda dibin?
Serokê Herêma Kurdistanê: Parlemena Kurdistanê bi awayekî me bi Iraqê ve girêdaye heta wê demê ku bi destûra bingehîna Iraqê ve pabend bê, wate dewletekî Federalî fireh alî bê.
* Gelo Îtîlafa Fraksiyona Kurdistaniyan amadeye li gel aliyê siyasiyên din de ji bo rakirina Serok Wezîr û dirustkirina Hikûmetekî din hevpeymaniyê bibestê?
Serokê Herêma Kurdistanê: Em weku Kurd li Hikûmetekî Kurd, Şî’î bê Sunne da beşdar nabîn û her wiha li Hikûmetekî Kurd, Sunne bê Şî’e jî da nabîn hevbeş. Lê belê eger grûpa Malîkî pirsan çareser nekin, wê demê hemû eger li ber me daye.
* Wekî Serokê Herêma Kurdistanê tu dixwazî piştî 10 salê din Kurdistanekî çawa bibînî?
Serokê Herêma Kurdistanê: Ez dixwazim berfirehiya Herêma Kurdistanê bibînim, lê belê armanca min ya serekî, dîtina dewleta serbixweya Kurdistane.