Destên tarî, em kirin piçik û parî
Gava tu wî miletê fedakar di nav lepê hirç û hovan de bi tenê bihêlî û ji qadê birevî, li girtî, kujtî û heval û hogirên xwe xwedî dernekevî, tuyê bi çi rûyî derkevî nav milet û dîsa doza xebat û fedakarîyê jê bikî?
Nûrî Çelîk
Carna gava meriv li derbasbûn û paşeroj yan li rabirdûya xwe difikire, hiş û aqilê meriv disekine. Bawer nakim tiştê ku hatiye serê rêxistin û partîyên Bakurê Kurdistanê, li tu welatekî din hatibe serê rêxistin yan partîyeke din. Ew rêxistin û partîyên qerase, mezin û xwedî hêz, ew bingeh û binyata qewîn, ew xebat, fedakarî û bawermendîya xurt, bi ku de çû? Kê ew ji hev tar û mar kirin? Kê ew rêxistin û partîyên mezin ji çap xistin û kirin piçik û parî? Serok û rêvebirên ku îro jî li ser rê û rêbazên wan partîyan siyasetê dikin û di têkbirina wan rêxistin û partîyan de xwedî rol in, gelo li bersiva van pirsan geriyane? Geriyabin çi encam jê derxistine û çi bersiv dane awira gelemperî?
Ji kujtina her du Saîdan (Saîd Kirmizitoprak-Dr. Şivan û Saîd Elçî 1971) û heta îro, yeka Kurdan nebûye dudo, rêxistin û partîyên Kurd li hev ne banîyane û ji bo yekîtîyek milî nehatine cem hev. Hatibin cem hev jî, berjewendîyên şexsî û partîtî di ser berjewendîyên netewî re hatine girtin û rê li ber tifaq yan yekîtîyek netewî girtine. Kujtina her du Saîdan dînamît xist bin tevgera netewî, ji Ocalan û PKK re derî vekir û ew roj ev roj e ji PKK pê ve tu tevger û partî neman yan jî nehiştin. Ewên ku îro li ser mîratê wan partîyan bi nav hene jî di pratîka xwe de di nav civakê de hebûn û tunebûna wan tê minaqeşekirin. Ewqas tevger û partîyên mezin û xurt (wek KUK, PSK, KIP (DDKD), Rizgarî, Ala Rizgarî, KAWA ) û hinek din, bi hatine 12ê Îlona 1980î ve wek mişkê ku ji ber pisîkê bireve bi serê wan hat, şikestin, teriqîn, bi zaneyî yan bi nezanî meydan ji PKK re hiştin û ji qadê reviyan. Heta îro jî kesî hesabê rev û şikestina xwe neda ye. Serok û rêvebirên wan rêxistin û partîyan hîna jî kerr û lal in, bêdeng in û bersiva sedemên têkçûna xwe nedane û nadin.
Birastî çi bi wan rêxistin û partîyan hat? Gelo destên tarî di nav wan rêxistin û partîyan de hebûn û wan destên tarî ew ji hev tar û mar kirin? Gelo destên tarî di nav wan de hene ku îro jî nahêlin ew rêxistin û partîyên heyî di bin sîwanek netewî de bibin yek? Û bi dehan pirsên din.
Tevger û partîyên ku ji paşeroj û rabirdûya xwe dersan wernegirin, xeletî û şaşîtîyên xwe li bêjingê nexin û rexne li xwe negrin, nikarin di pêşeroja xwe de jî biserkevin. Tevger û Partîyên ku ne wêrek û bi cesaret bin, yên ku hesab nedin û nestînin nikarin xwe bi civakê bidin qebûlkirin. Wek niha wê tenê bi nav hebin lê kesekî li dora xwe nebînin. Miletê me bi her tiştê xwe fedakarîyek mezin ji me re kir. Bi mal û canê xwe li pişta me sekinî. Yan ewê bi çi çavî li me binerin? Bê xwerexnekirin, bê lêborînxwestin, hûn yan em nikarin wek berê xwe di nav civakê de bisitirînin. Çima? Ji ber em sûcdar û gunehkar in. Ji ber bi qasî PKK em jî tawanbarên malwêranîya Kurdên Bakur in. Bi qasî PKK em jî bûne şirîkê kujtin, girtin, malwêranî û asîmîlekirina Kurdên Bakur.
Kes yan hêzên ku dîroka xwe di ber çav re derbas nekin û dersan jê wernegirin, mehkûmê têkçûnê ne. Ji ber em rojane û demkî siyasetê û Kurdayetîyê dikin, bê plan û proje kar dikin, tu stratejîyek me ya dûvdirêj tuneye, em nikarin dersan jî ji dîroka xwe bistînin. Û ji ber vê yekê jî wek milet em her tiştî, her karesat û jenosîdên ku hatine serê me zû ji bîr dikin. Divê em vê ji bîr nekin; civakên ku ji dewletê serbixwe ne, civakên bê dîrok, di serî de dibin temaşevan û piştre jî dibin koleyên efendîyên xwe, di bin bandora siyaseta dagîrkerên xwe de dimînin û bi demê re aşiqî celadên xwe dibin. Ji ber dîroka me bi destên dagîrkerên me hatiye nivîsandin, ji ber em dîroka xwe nakolin û dersan jê nastînin, bike neke em di bin bandora siyaseta dewletên dagîrker de dimînin û nikarin ji çarçoveya siyaseta wê derkevin. Çi di warê siyasî de, çi di warê ziman û çandê de, çi jî di warê hest û qewmîyetê de be, me rê û zêbazek netewî ji xwe re çênekiriye, me plan, proje û stratejîyek ku me bigihîne armanca me dananîye ber xwe. Pirêza me dîroka me ye. Baş û xirabîyên me, rastî û şaşîtîyên me, serketin û têkçûna me tev di dîroka me de veşartî ne. Heke em dîroka xwe pel bi pel nexwînin û jê dersan nestînin, heger em Kurd, Kurdî û Kurdistanîbûnê ji xwe re nekin xala yekem û di bin sîwana wan her sê gotinan de nebin yek, çawa ku doh û îro destên tarî em ji hev tar û mar kirine, wê di pêşeroja me de jî meferê nedin me û wê kevir li ser kevir nemîne.