Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke SPD ya Parlamentoya Almanyayê bi serokatiya Niels Schmidt kir.
Di civînekê de Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bû, pêwendiyên Almanya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, erkê hêzên Almanyayê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de li Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya Iraqê, hat nirxandin. Herweha wan pirsên demokrasî, mafên mirov û azadiyan li Herêma Kurdistanê giftûgo kirin.
Serok nêçîrvan barizanî tekez kir ku, DAIŞ hêja li Iraq û herêma Kurdistanê problemke. Ji bo temamî ji navbirina terorê pêwistiya Iraq û Kurdistanê arîkarû pişgiriya hêzên hevpeyman hey e. Barzanî daxwaz kir ku, erkê hêzên Almanî bê dirêjkirin.
Herwiha serokê Kurdistanê spasiya xwe ji bo arîkariya leşkerî ê mirovahî gihand şanda Almanî. Nêçîrvan Barzanî da xûyakirin ku, ji bo pêşxistina sazî û dezgehan, demokrasî û pêşxistina mafên mirovan û azadiyan pêwîstî bi alîkariyên Ewropayê heye.
Şanda mêhvan di hevdîtinê de pêzanînên welatê xwe ji bo rola Herêma Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge di tekoşîna dijê DAIŞê de nîşan da, şanda mêhvan kêfxweşiya xwe ji bo pêşkeftina Herêma Kurdistanê nîşan da û kêfxweşiya xwe jî nîşan da.
Herwiha tekezî li ser dostayetî û şirîkatiya Almanya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û aramiya Iraqê ji bo navçeyê bi giştî giring dîtin.
Her li vê hevdîtinê de hemahengiya di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge, rewşa navçeyê bi giştî mijarên din ên berjewendiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.