CivakRojev

Operasyona hêzên Pêşmerge li navçeya Kerkûkê

Operasyona hêzên pêşmerge lidevera Kerkûkê li dijê DAÎŞê berdewam e.Di derbarê operasyonê de, wezareta pêşmerge daxûyaniyek belav kir.

Wezereta Pêşmerge sibeha roja 14ê Îlonê, li Mîhwera Çar a Hêzên Pêşmerge, operasyona roja duyem li navçeya Qerehesen, li gundên Siyamend Sûr, Qişlax, Ferqan, Pelkan, Bizle û Şêx Cîrî berdewam bû. Operasyon ji du aliyan ve dest pê kir û bi dirêjahiya dema şeş demjimêr û nîv berdewam bû, ku tê de yekeyên ser bi Lîwaya 22 ya Piyade ya Wezareta Pêşmerge beşdar bûn.

Ev operasyon piştî wê yekê tê ku terorîstên DAIŞê bi rêya torên civakî tirs û xof di nav welatiyên navçeyê de belav kiribû, ji bo dilniyakirin û nehiştina metirsî û parastina welatiyên navçeyê, hêzên Pêşmerge ev operasyon encam da, ku hemû navçeyê kontrol kir û hêzên zêdetir ên Pêşmerge li wê navçeyê têne bicihkirin.

Back to top button