
Bi minasebeta 39.salvegera komkujî û enfalkirina 8 hezar barzaniyan serokê herêma Kurdistanê peyamek ragihand. Nêçîrvan Barzanî dibêje: Çawa ku hemû tawan û karesatên dîrokê nekarî îradeya jiyan û jiyanê ya gelê Kurd bişkîne, wendabûn û Enfalkirina Barzaniyan jî hêzek mezintir da berxwedana gelê Kurd û têkoşîna azadiyê.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:
Îro di 39. salvegera jenosîd û enfalkirina 8 hezar xort û mêrên sivîl ên Barzanî de, em bejna xwe li hember canê qurbaniyên Enfalê ditewînin û bi rêz û hurmet wan bi bîr tînin.
Em silav li malbat û xizmên wan dikin ku piştî vê tawan û karesatê jiyaneke pir dijwar û tal derbas kirin û bi hezaran dayikên serbilind, bi tenê û bêçare, erka mezinkirina zarokên xwe girtin ser milê xwe û nifşekî dilsoz mezin kirin. Ev dayik serbilind in û ez destên wan maç dikim.
Çawa ku hemû tawan û karesatên dîrokê nekarî îradeya jiyan û jiyanê ya gelê Kurd bişkîne, wendabûn û Enfalkirina Barzaniyan jî hêzek mezintir da berxwedana gelê Kurd û têkoşîna azadiyê.
Îro bi vê minasebetê ku em termê 100 qurbaniyên Enfalê dispêrin axa pîroz a welat, dil, hiş û xeyala min li gel dayîk, jin, xwişk, zarok û xizmên enfalkiriyan e. Spas ji bo xelkê qehreman ên Hewlêrê û hemû kesên ku alîkariya malbatên qurbaniyên Enfalê kirin.
Silav li ser giyanê şehîdan be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2022/7/3