Destê bi tenê deng jê nayê

Bêdengî, sersarî, xemsarî û ezezî rûn li ser nanê PKK û dewletê dike, wan di kiryarên xwe de mafdar û bê alternatîf dihêle.
Nûrî Çelîk
Ziman bê hestî ye. Ji ber vê jî, çi tê ber devê meriv meriv dibêje, li jêder û encamên dawîyê nanere. Heger ziman bi hestî bûya, belkî kesî zû bi zû gotinên bê wate û bê encam negotiba.
Rewşa me Kurdan ne wek rewşa miletên din e. Bindestîya me, 4-5 parçeyîya welatê me, hebûna 4-5 dijminên me, ji her miletî bêhtir û zêdetir me mecbûr û muhtacî yekîtîyek netewî dike. Ji herkesî zêdetir me muhtacî hezkirin û hembêzkirinek navxweyî dike. Lê mixabin em ji wê hezkirin û yekîtîya navxweyî pir dûr û biyanî ne. Em li ber xwe û rewşa milet û welatê xwe nakevin. Ne pozê me dişewite, ne jî xîreta me dijene. Xuyaye me qîma xwe bi rewşa xwe ya îro anîye û weke ku tu tişt nehatibe û neyatiye serê me em jiyana xwe didomînin.
Mijara me helbet li ser malkamxîya Bakurê Kurdistanê ye. Wek dibêjin, herkes li ser mirîyên xwe digrî. Başûr baş xirab xwedîyê statuyekê ye, federasyon e. Rojava baş xirab xwedîyê nîv statuyekê ye, em jê hez bikin yan nekin tiştekî din e. Li Rojhilat têkoşîn berdewam e, her du PDK ji bo yekîtîyê gavek pîroz avêtin û agirê têkoşînê venemirî ye. Beşê ku herî zêde malkambax û li ber têkçûnê ye, Bakur e. Û xuyaye malwêranî û asîmîlebûna Kurdên Bakur ne li xema kesî ye, di vî warî de herkes kerr û lal, kor û hitim e. Ne partîyên siyasî, ne siyasetmedarên zimandirêj û ne jî xêrxwaz û dostên Kurdan dengê xwe ji vê malwêranîyê re nakin.
Ji xeynî PKK zêdeyî deh tevger û partîyên din li Bakur hene. Piranîya wan xwedêgiravî xwe Kurdistanî û li ser rê û rêbaza Barzanî yan jî xwe di wê xetê de dibînin. PKK û HDP ji xwe sebeb û sersebebên malkambaxîya Bakurê Kurdistanê ne. Bi kiryar û siyaseta xwe Kurdistan wêran kirine û Kurd jî avêtine himbêza Tirkan. Bi siyaseta xwe ya Tirkayetî û Tirkiyêbûnê piranîya Kurdan kirine Tirk, Kurdayetî û Kurdistanîbûn ji mejîyê wan şûştine. Helbet ev erk û wezîfeya wan e, gazind ji wan nabe. Partîyên ku bi destên dewletê û li ser bingeha qirkirina Kurdan hatibin avakirin, helbet wê ji bo berjewendîyên dewletê kar bikin û çi ji wan bê xwestin, wê bikin. Helbet pirsgirêk, nakokî û sersebeb ne tenê HDP û PKK ne. Bi qasî HDP û PKK partîyên din jî gunehkar û şirîkên vê malkambaxîya Bakur in. Ez jî di nav de, em û hûn jî di nav de, em tev bûne şirîkên guneh û kiryarên PKK û dewletê.
Gunehkarî û şirîkatî tenê ne bi kuştin yan bi şerê çekdarî ye. Gunehkarî û şirîkatîya herî mezin bêdengî ye, sersarî û xemsarî ye, belawela û parçebûna hêzên Kurdistanî ye. Bêdengî, sersarî, xemsarî û ezezî rûn li ser nanê PKK û dewletê dike, wan di kiryarên xwe de mafdar û bê alternatîf dihêle. Bêdengî û ezezî, berjewendîyên şexsî, serokatî û partîyîyê di têkçûn û bêhêvîtîya Kurdên Bakur de rolek sereke lîztiye û îro jî dilîze. Bi xwexapandinê, bi miletxapandinê rastî nayên veşartin. Bi serdana çend tirb û goran, bi beşdarîya çend sersaxî û tazîyan guneh danaweşin kes pak û pakij nabe. Tenê yek rê ji pakbûn û lêborînê re heye, ew jî tifaq û yekîtî ye. Tenê tifaq û yekîtîya tevger û partîyên Kurdistanî kare xwe bi miletê Kurd bide bexşandin, hêvî û bawerîya wan dîsa geş û xurt bike û ruhê wan yê mirî carek din zînde bike. Yan na, bi nexweşîya ezezî, kursîyê serokatî û partîtîyê brînên Kurdên Bakur derman nabin.
Birastî çi nakokî û pirsgirêkên siyasî û îdeolojîk di nav van partîyên Kurdistanî de hene? Heke em PKK (HDP), Hizbullah (HUDAPAR) û Partîya Komunîst a Kurdistanê deynin kêlekekê, çi dijberîyên îdeolojîk di navbera PDK, PSK, PAK, TEVGER û ewên din de hene? Rista Sosyalîst ji xwe ber avêt, li pataxê ket, îflas kir. Madem ew îdeolojî û xalên ku berê li ser wan me hevdu dikujt jî nemane, çi derd û mereza we bi hev re heye ku hûn nabin yek? Heke ne nexweşî û berjewendîyên ezezî, serokatî û partîtîyê bin, hûn çi ji hev û ji vî miletê reben dixwazin? Yan ji we re berjewendîyên serokatî û partîtîyê ji berjewendîyên Kurd û Kurdistanê girîngtir in? Bi vî halê xwe heta kengî hûnê rûn li ser nanê dewletê û partîyên wê bikin û Kurdên Bakur sêwî, bê xwedî û bê xwedan bihêlin?
Destê bi tenê deng jê nayê brano!
Yan hêza xwe bikin yek û vî miletê reben bi alternatîfek netewî xelat bikin, yan jî hûn ji şirîkatîya gunehên PKK û dewletê xilas nabin û hûn sax….