Li Hewlêra paytextê Kurdistanê Konsulxaneya Giştî ya Britanya deftera sersaxiyê vekir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro danê sibê serdana Konsulxaneya Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê kir û ji aliyê Konsulusê Britanya ve hate pêşwazî kirin. Nêçîrvan Barzanî, hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya şahbanûya Elizabeth Duyem da diyarkirin û sersaxiya gelên Britanya kir.
Serokê Herêma Kurdistanê deftera ji bo taziyê hatî vekirin de,yekem nivîs nivîsî ûpeyama xwe gihand Britanya.
Di wê nameyê de Serok Nêçîrvan Barzanî hevxemiya xwe ji bo Şah Charles III, malbata şahînşahiyê, gelê Brîtanya û Yekîtiya Netewan diyar kir.
Serok Barzanî herwiha amaje bi pêgeh û hezkirina Şahbanûya Êlîzabêta Duyem li cîhanê kir û tekez li ser wê yekê kir ku di vê dema zehmet de ew û welatiyên Herêma Kurdistanê li gel Şah û malbata şahin.
ult time.