PolîtîkRojev

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Iraqê kir

 Li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya Mihemed Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û Xemîs Xencer Serokê Hevpeymaniya Siyade kir.

Li hevdîtinê de karvedanên neyîniyên rewşa siyasiya li ser welat û pêwîstiya piştbestina bi zimanê diyalogê û peyrewkirina awayên destûrî û yasayî guftûgo kirin. Ewe jî bi navê derbasbûna nakokiyan û gihîştina bi çareseriyeke wiha ku li berjewendiya gelên Iraqê da bê.

Her wiha her du alî tekez li ser girîngiya birêveçûna hilbijartina pêşwext kirin ewe jî li piştî amadesaziyên yasayî û li gor mekanîzmên destûrî yên berî pêkanîna hikûmetek ku xwediyê desthilateke tevahî bê û baweriya hemû aliyek li ser bernameyên wê bê. Tekez jî li ser pêwîstiya berdewamiya karubarê Encûmena Nûneran heta birêveçûna hilbijartinê kirin.

Her du alî jî amadehiya xwe ragihand ku ji bo beşdariyeke binyatnerane li nêzîkkirina nêrîna hemû aliyan û her wiha avêtina her hengavek ku xizmeta berjewendiya niştimanî û aştevayiya civakî û parastina asayîşa welatiyan bike.

Her li vê hevdîtinê de Hevpeymaniya Serwerî û Partiya Demokrata Kurdistanê li ser ewe kok bûn ku li peywendî û hemahengiyeke berdewam da bin ji bo guftûgo kirina helwesteke hevbeş ya bi navê xizmetkirina berjewendiyên bilindên welat.


Back to top button