Civak
Dest rêkirina petrolê tê kirin
Bexda – Wezareta samanên suriştîyên herêma Kurdistanê û wezareta petrola Iraqê, civînek hevbeş pêkanîn û di vê civînê de çend rêkevtin hevdu re muhr kirine.
Wezîrê samanên suriştîyên herêma Kurdistanê Aştî Hewramî jî ragihand, ku herdu alî dixwazin bi zûtirîn dem petrola Iraqê bi rêya herêma Kurdistanê, ber bi derve ve bê şandin.
Aştî Hewramî got: “ Eger wezaret amade be pareyên pêdivê pêşkêş bike, dê ji niha ve û heta du hefteyên din, dest bi şandina petrola Iraqê û herêma Kurdistanê bibe. Divê hukûmet jî pareyên kompanyayên biyanî bide.