"Amerika nizanê di rastîyê de çi bibe"
Li gora nûçeya ajansa ISNA ya Îranî wezîrê derve yê komara Islamîya Îranê Menûçihr Muttekî ragihand, ku bêjedanên tirsandina Îranê bi lêdana çekên atomî, wê zîyanan ji bo civaka navdewletî û mijara rêgirtina çekên atomî dirist bike.
Menûçihr Mûttekî herwisa got, ku bêjedanên li dijî Îranê tenê zîyanan digihîne civaka navdewletî, çimku Amerîka nizane ka dê bi rastî çi çê bibe (biqewime). Pêştir jî di destpêka vê heyvê de serokê Amerîka Obama ragihandibû, ku peymanên Amerîka yên di derbarê bi kar ne anîna çekên atomî de ji bo Îranê û Kurîya Bakûr nînin. Ji ber ku ev herdu welatên han ne girêdayî peymana rêgirtin ji belavkirina çekên atomî ne. Cihê gotinê ye , ku berpirsên komara Islamîya Îranê jî ev bêjedanên berpirsên Amerîkayî wekî pîkolên Amerîka ji bo êrîşekî atomî li dijî Îranê dan nîşandan.