Polîtîk

Dest nedan Ergenekona Kurdan

Ji Rojnama Bugun Serbest Ozden di derbarê pêvajoyê de û herweha li ser destûra nû li gel serokê KADEPê Litfî Baksî axivî.

Li ser pêvajoyê û destura nû Litfî Baksî tiştên ji BDPê cuda dibêje.

Baksî dibêje:

“ Tirk hêdî eşa kurdan zehmetiyên ku Kurdan jiyane dibînin. Sibe du sibe dê li Stanbulê, li Samsunê Tirk xwepêşandana bikin û bêjin veca mafên Kurdan bidin. Dê hinge ev pirs bê çareserkirin. “

Litfî Baksî balê dikşînê li ser pirsa Ergenekonê jî; “ Ergenekon bi temamî nehatibe xilaskirin jî, lê hate bê deng kirin.Lê destê xwe nedan aliyê din yê Firatê.Ev aliyê Firatê hêjî tariye. Tirsa min ji vê heye. Ergenekona Kurda nehat zelal kirin. Hêjî aktîfin dest nedan wan. Mixabin hêjî îrada wan ku vê pêvajoyê sabote bikinheye.“

Baksi beksa pêvajoyê dike û dibêje:“ Hevditina di navbera dewletê û PKKê de, diviya di navbera miletê kurd û dewletê de bûya. Aşitiyek bi rûmet naskirina mafên kurdan yên netewî tê avakirin.Muxatab ne tenê Îmralî û PKK ye muxatab 25 milyon kurdin.“

Li gora Baksi divê destûra nû bi vî awayî be:

Divê nasnama Kurdan bê naskirinev bikevê di bin demana yasayê de.

Divê Kurdî bibe zimanê fermî û hemû warên civakî  de bê karanîn.

Divê statuya ku Kurd bi xwe desthilatiya xwe pêkbînin bê naskirin.

Divê mafê rêxistinî bi nave kurd û Kurdistanê bête naskirin.

Back to top button