Barzanî:Pirsa kurdî pirsa miletekî ye

 

 

Li Hewlêrê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtineke de her du alî behsa pêşhatên dawî yên di warê aştewayî û herwiha pêşngavên heyî yên ji bo çareser kirina aştiyane ya pirsa Kurd  li Tirkiyeyê kirin.

Selahedîn Demîrtaş ku, beriya çend rojan serdana Îmralî kiribû bi rêya Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê silav û rêzên Ocelan gehande Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û spasiyên xwe jî yên ji ber piştgîrî kirina Hikûmeta Kurdistanê ji prosesa aştî û çareseriya aştiyane a pirsa Kurd pêşkêşî Hikûmet û Serokatiya Kurdistanê kir û rola Hikûmeta Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê bo handana Tirkiyeyê bi taybetî Serokwezîrê Tirkiyeyê bo çareser kirina aştiyane a pirsa Kurd bi roleke girîng wesif kir.

Hevserokê BDPê tekez li ser vê yekê kir ku, di rojên pêşiya me de hevdem ligel pêşweçûna prosesa aştî vê rola Hikûmeta Kurdistanê bo piştgîrî kirina prosesa han û hevkarî kirina her du aliyan vê gelek girîng be.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de daxwaz ji Nêçîrvan Barzanî kir ku, çawe di demên derbasbûyî de roleke girîng lîstine bo handana Tirkiyeyê bo destpê kirina prosesa aştiyê bi heman awayî jî di pêşerojê de rola xwe ya girîng û sereke bilîzin û hevkariya her du aliyan bikin.

Demîrtaş di beşeke din ya axaftinên xwe de behsa girîngiya peyvendiyên diplomatik yên Kurdistanê ên bi Ewrûpa û Amerîkayê re jî kir û daxwaz kir daku, Hikûmeta Kurdistanê fêde ji wan peyvendiyên xwe bo çareser kirina aştiyane a doza Kurd li Tirkiyeyê bigire û bi rêya YE û Amerîkayê hana Tirkiyeyê bidin daku, pirsa Kurd bi awayekî aştiyane çareser bike.

Li hember de jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe a li hember pêngavên heyî yên ji bo çareser kirina aştiyane a doza Kurd diyar kir û ragihand ku, Hikûmeta Kurdistanê weke hertim pêştgîriya prosesa aştî dike û bo sepandina aştî li Tirkiyeyê û çareser kirina aştiyane a doza Kurd li Tirkiyeyê çê pêwîst bike vê cîhbicîh bikin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku, ji bo çareser kirina aştiyane a doza Kurd çê ji Hikûmeta Kurdistanê were xwestin anjî daxwaza çê cure hevkariyek were kirin vê Hikûmeta Kurdistanê hevkar be.

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê diyar kir ku, pirsa Kurd li Tirkiyeyê pirsa Neteweyeke lewre eger partiyên siyasî hebin anjî nebin ev pirsa han heye û pirseke siyasiye û pêdeviya xwe bi çareseriya aştiyane heye û her dem ku, derfet bo çareseriya aştiyane hebûbe Kurd amadebûye û di vê warî de jî pêngavên girîng avêtiye.

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: