“Dersa kurdî ya bijarte” bersîva perwerdeya zimanê kurdî nade…

Piştî Komara Tirkiyeyê ava bû, hebûna miletê kurd hat înkar û red kirin. Hat gotin ku “kurd, tirk in.” Loma jî mafên miletê kurd bi tevayî hatin qedexe kirin û ji bona ku kurd bibin tirk, xebatek bêhempa bi awayekî îdeolojîyê, terorê, çandî, siyasî û îdarî dom kir.

Zimanê kurdî jî hat qedexe kirin. Dewletê di siyaseta xwe ya fermî de pejirandin ku zimanê kurdî jî tune ye. Dema kurdan bi zimanê xwe li kolanan qise kirin jî, cezayê pere û hepis girtin.  Cezayê peran jî gelek giran bûn.

Ev nerîna dewletê bi her awayî şaş bû û rastiya dîrokî ya Rojhilata Navîn diyar nedikir. Lewra kurd li Rojhilata Navîn civatek kevintir û otantîk e. Kurd, bi hêjmar civata duyemîn a li Rojhilata Navîn e. Miletê kurd bi kurdî qise dike. Zimanê kurdî jî, zimanek hîndu-ewrupayî ye. Zimanekî kevintir, xurttir, qewîtir e. Wek mînak 100 sala ku li Suriyeyê û Tirkiyeyê perwerdeyî ya zimanê kurdî qedexe ye û heta axevtina zimanê kurdî qedexeyê jî, zimanê kurdî li ser piya maye û jiyana xwe didomîne.

Pirsa kurdan, pirsa miletekî bindest û miletekî ji hemû mafên xwe yên kollektîf yên milî bêpar e. Ji bona ku li Tirkiyeyê pirsa miletê kurd çareser bibe, divê hemû mafên milî yên miletên kurd, di serî de jî mafê desthilatdarî bê teslîm kirin. Miletê kurd û Tirk divê ji aliyê mafan û statuya siyasî de wekhev bibin.

Hezar mixabin li hemberî ev rastiya miletê kurd, desthilatdarên Komara Tirkiyeyê di mafên miletê kurd de nıjadperestî kirin. Di Rejîma Faşıst ya 12 îlona 1980-yî de dema ku makezagon hat amade kirin, axevtina kurdî bi rêya makezagonê hat qedexe kirin. Vê qedeyê heta sala 1991-an dom kir. Di sala 1991-an de Turgut Ozalî ev qedexa li ser zimanê kurdî rakir.

Turgut Ozalî bes ew nekir. Diyar kir ku “li Tirkiyeyê 12 mîlyon kurd hene. Ew jî xwediyê maf in. Heta kurd dikarin federasyonê jî daxwaz bikin.”  Ev nerînên Turgut Ozalî siyaset û îdeolojiya fermî ya Komara Tirkiyeyê hejand. Wî bi xwe jî biryar da bû ku mafên kurdan teslîm bike, lê jiyana wî têrê nekir. Loma jî tê gotin ku Turgut Ozalî hatiye kûştin. Ez jî di wê nerînê de me.

Sileyman Demîrel û Erdal Înonu jî, piştî Turgut Ozalî li Amedê diyar kirin ku “realita kurd heye”. Lê ji bona mafên kurdan tu gav neavêtin.

Çîllerê girêdayî pirsa miletê kurd ji modela Baskê bahs kir. 

Mesud Yilmazî jî diyar kir ku “rêya Yekîtiya Ewrupayê dê di Diyarbekîrê re derbas bibe.”

Lê wan jî di mafên kurdan de tu gav neavêtin.

Serokwezîr Recep T. Erdoganî di sala 2005-an de li Diyarbekîrê diyar kir ku “Li Tirkiyeyê pirsa kurd heye. Dewletê li kurdan neheqiyên mezin kiriye. Divê ev neheqiyan ji holê rabin. Pirsa kurd pirsa min e. Ev pirsa dê di çerçeweya demokrasiya pêşketî û azadiya firehî de çareser dibe.”

Di dema hikumeta Ecevît de di çerçeweya pîvanên Yekîtiya Ewrupayê de ji bona zimanê kurdî qurs hat pejirandin. Ev ceribandina qursan baş nebû û encam neda. Ev ceribandina ji bona “dersa kurdî ya bijartê” jî dersek girîng e.

Serokwezîr piştî ev axevtina xwe, demek dirêj ji bona mafên kurdan tu gav neavêt. Serokwezîr bi xeteriyên li ser partiya xwe re eleqeder bû. Lewra ji bona ku partiya wî dê di dadgeha makezagonê de bihat girtin.

Serokwezîr dema di sala 2007-an de dîsa hilbijartina giştî qezenç kir û bû hikumet dest pê kir ku di pirsa kurd de gav bavêje. Di wê pêvajoyê de TRT 6 dest weşanê kir. Ew xebatek qanûnî ne xebatek de factyîı bû. Li beşek Zznîngehan beşên edebiyata kurdî hat vekirin. Bi kurdî rojname, kovar, pirtûk bi hêsanî hatin çap kirin. Li hepsê bi kurdî axevtin serbest bû.

Yanî di pirsa kurd de di meselên bingehî de ne be jî,  di pirsên garnîtur/neeslî de gav hatin avêtin.

Di vê pêvojeyê de li ser mafên miletê kurd niqaşeyên gelek kûr, fireh û dijwar hatin kirin. Ji bona zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyî, di civata kurd de û tirk de lihevkirinek çêbû. Di vê merheleyê de hikumetê jî ev pirsa xist rojeva xwe. Dest bi xebatê kir. Her kesî dipa ku ji bona perwerdeya zimanê kurdî gav bê avêtin. Hezar mixabin hikumetê biryar da ku zimanê kurdî di dıbistanan de bibe “dersa bijartê”.

Ev biryara hikumetê di cıvata kurd de xayalşikestî çêkir. Lewra civat li bendê bû ku zimanê kurdî dê bibe zimanê perwerdeyî ye.

Civata kurd li bendê bûn ku dema zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyî dê li hemberî şidetê jî bibe barîkatekê. Di civatê de xoşbîniyekê dê çê bike. Lê wûsa nebû.

Piştî ev biryara hikumetê: 1- Di nav civata kurd û rewşenbîrên kurd de qenaatek çê bû ku hikumet di mafên kurdan de xwediyê wîzyonek kûr, fireh, navneteweyî, bi edalatî û bi vîcdanî nîn e. 2- Hikumet kurdan bi tirkan re wek hev nabîne. Tirkan di ser re, kurdan di bin re dipejirîne. Ev jî dibe sedem ku ew serdestî û bindestî ya di navbeyna kurd û tirkan de heyî bidomîne.

Ev biryara hikumetê, li Ewrupayê ji bona grubên biyanî û goçberan re tê naskirin.  Heta dema ku rewşa mafên biyaniyan li Swêdê were şirove kirin û lêkolînkirin, gelek bi hêsanî tê dîtin ku ev biryara hikumetê di derbarê zimanê kurdî de, gorî möafê koçberan gelek kêm û paşve mayî ye. Lewra li Swêde gelek zimanên grubên biyanî wek zimanê fermî tên pejirandin.

Biryara hikumetê, li dijî pîvanên Yerkıtiya Ewrupayê ye. Ev biryara di çerçeweya mafên kêmneteweyan de jî nayê pejirandin. Yanî hikumet kurdan qasî kêmneteweyan jî xwedî maf qebûl nake. Lewra kênnetewe xwediyê maf in ku bi zimanên xwe  perwerde bibin.

Ev yeka xeteriyek mezin e.

Ev yeka di civata kurd de dê rê ji bêhêvîtiyê re jî veke.

Lewra ji bona gel û miletekî ziman pir girîng e. Milet, bi ziman hebûna xwe dom dikin û bi ziman xwe pêş dixin û bi ziman çanda xwe çê dikin û biz iman nasnameya xwe diqewimînin. 

Ev biryara helbet dema ku bi rewşe berê ya Tirkiyeyê re bê qiyas kirin, ferqek mezin heye. Ji aliyê psîkolojîı de jî hêsaniyek û rehetiyek tîne holê. Hêvî çê dike ku dê di perwerdayî zimanê kurdî de dê bibe bingeh û gavek.

Ev biryara, siyaseta fermî ya dewletê di derbarê kurdan de derewîn derdixe. Ev ji bona xebatkarên doza kurd serfiraziyek e.

Lê “Dersa kurdî ya bijartê”:  Derdê miletê kurd derman nake û bersîva perwerdeya zimanê kurdî nade. Heta ku zimanê kurdî nebe zimanê perwerdeyê, pêşketina zimanê kurdî û tercîhkirina wê mimkun nîn e.

Berê mafê qûrsa zimanê kurdî hat dayin. Lê hat gotin ku gel bi xwe vî karîı bike. Loma û ji bona ku encamê de fêda civakî û bi taybetî jî fêda aborî nedibû, gelê kurd eleqe nîşan neda.

Nûha dewlet qûrsê vedike, lê dîsa encama civakî û aborî tune ye. Loma jî tercihkirina kurdan dê zêde nebe. Ji nûha de jî ev rastiya derket holê.

Loma divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyî ye. Ev mafekî gelek xwezayî ye. Divê li pêşiya ev mafê kurdan nayê sekinandin.

Amed, 23. 09. 2012

Îbrahim Guçlu

Nerîna min :