CivakRojev

Deriyên dibistanên Herêma Kurdistanê hatin vekirin

Proseya perwerdehiyê li Herêma Kurdistanê bi mekanizma karkirina sê roj bi sê rojan li dibistanên seretayî û amadeyî îro dest pê dike. Wezareta Perwerdeyê malbatên xwendekaran azad kirine da ku zarokên xwe neşînin dibistanan û bi riya internetê xwendina xwe berdewam bikin, bi şertê ku di hefteya yekem de ew formekê tije bikin.

Wezareta Perwerdeyê di daxuyaniyekê de ragihand, ji îro Yekşemê ve deriyên polên seretayî heta pola 11’an bi awayekê sê roj bi sê rajan tên vekirin û divê hemû alî pabndî rênimayên tenduristiyê bin û divê jî komîteya perwerdeya elektronîk li dibistanan aktîv bimînin.

Berpirsê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê Ebdilwahid Mihemed ji K24ê re got: “Hejmara xwendekaran di polan de zêde ye, ji ber wê dewre (sê rojan bi sê rojan) heye, ev hewldanek ji bo çareserkirina rewşê ye, bi vî awayî hewl tê dayîn dûrî di navbera xwendekaran de were parastin.”

Komîte û tîmên tenduristiyê yên dibistanan jî dê ji nû ve dest bi kar bikin û çavdêriyê li proseya perwerdehiyên bikin. Di wê derbarê de jî Berdevkê Rêveberiya Tenduristiyê ya Hewlêrê ji mamoste û xwendekarên 18 salî jî tê xwest, vaksîna Koronayê werbigirin.

Wezareta Perwerdeyê eşkere kir, ezmûnên dawiya salê di nava polan de tên kirin.

Li gorî amarên ne fermî yên li ber destê Sendîkaya Mamosteyan, heta niha nêzî 2 hezar mamoste bi vîrûsa Korona ketin û 50 mamoste canê xwe ji dest dane.

Back to top button