
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku, piştî civîna di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) de derfeteka baş ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyda bûye.
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand: “Mixabin, piştî 14 mehan, kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hîn jî nehatiye avakirin.”
Sefîn Dizeyî herwesa got: “Nûnerên dîplomatîk tekezê li ser avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ji ber ku bi avakirina kabîneya nû re dê hejmareka projeyên reformên aborî û leşkerî hebe, xasma jî ku hin welat alîkariya yekkirina hêzên Pêşmergeyan dikin.”
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da: “Piştî civîna duhî ya di navbera PDK û YNKê de, derfeteka baş ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmetê peyda bûye.”
Şandên danûstandinan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo nîqaşkirina avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyan. Ew civîna yekê ya fermî ya herdu aliyan bû, piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê.


