Derewên Medya PKKê..!

Her dema ku, medya PKKê êrîşê PDKê û başûrê Kurdistanê bike bizanin cardin xirabiyek mezin tê plankirin. PKK tevî serokê xwe di pirsa dijminatiya Xeta Netewî de gelek bi hesasî tevdigerin. Jiber ku bingehê wan li ser dijminatiya PDKê û xeta netewî hatiye avakirin. Ew ji aliyê xwediyên xwe ve bi vî awayî hatine perwerdekirin.
Piştî Tirkiye di çerçoveya projeya ”Tirkiye bê teror” de dest plana xwe kir û Ocalan di vê çerçovê de bersiva daxwaziyên Bahçelî da, pêvajoyek nû hat destpêkirin. Di vê çerçovê de PKK xwe fesih kir prosesa devjêberdana çekan destpêkir. Heyetên PKKê serdana başûrê Kurdistanê kirin, hevdîtin li gel rayadarên Kurdistanê û partiyên siyasî kirin. PDK gelek bi germî pêşwaziya van heyeta kir. Baweriyek peyda bû ku, PKK xwe guherand û zemineka dayînstandinê destpêkir.
Lê rastiyek heye eger PKK neyartiya PDK û Barzaniyan û di kesayeta wan de dijminatiya xeta netewî neke, nikare siyasetê bike. Gerek taybetî PDK tevî kadroyên xwe vê yekê bi temamî tê bigihe.
Niha PKK ji bo bakur, rojava têkneçe di nava tevgereki de ye, ji bo destkeftiyên xwe yên başûr ji destnedin di nava tevgerekide ye û planên cuda dinirxîne.
Li rojavayê Kurdistanê tu rêyek li pêşiya PKKê namaye, bi banga Ocalan jî ew dê dawiyê de xwe radestî desthilata Sûriye bikin. Lê wek her carê dê li gora xwe bi derewa gotarekî ji vê yekê re bibînin.
Medya PKKê û dûvên wê ya li Rojava îdia kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi avakirina dîwarekî betonî li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û Rojava kiriye. Medyaya PKKê ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi avakirina dîwarekî betonî yê 3 metre bilind û 75 santîmetre stûr li ser sînorê Rojava kiriye. Raportan bi eşkereyî KDP hedef girtin û îdia kirin ku ew ji bo “piştgiriya gefên Ahmet Şara” tê çêkirin.
Lêbelê, ev raport zû derket holê ku nerast e. Dîwar ji sala 2022an vir ve bi agahdariya PKK û hêzên wê yên herêmî hatiye çêkirin.
Raporta medyaya PKKê her wiha diyar kir ku “Deriyê Sînor ê Sêmelka ji aliyê KDPê ve hatiye girtin.” Lêbelê, deriyê ku wekî deriyê Sêmalka-Pêşxabûr tê zanîn, ji bo sivîlan û alîkariyan vekirî ye.
Fermandariya Pasvanên Sînor ên Iraqê ragihand ku operasyon bi tevahî di bin çavdêriya hikûmeta Iraqê de hatiye kirin. Fermandariyê diyar kir ku plan hemû xetên sînor, tevî sêgoşeya Iraq-Tirkiye-Sûriyê jî, digire nav xwe.
Daxuyaniya berdevkê Fermandariya Zêrevanên Sînor ên Iraqê Kerhî nûçeya medyaya PKKê red kir. Lê rastiyeke din jî li pişt dîwaran hebû. PKK û rêveberiya Rojava li ser beşa Şingalê ya dîwar bi hikûmeta Iraqê re li hev kiribûn û bêdeng mabûn. Niha, dema ku ew ji sînorê Herêma Kurdistanê derbas dibe, ew xwe wekî ku ji bûyerê haydar nînin nîşan didin.
Heta li devera Teleferê dema dîwar dihata lêkirin, PKKê pasawaniya karkerên ku dîwar lêdikiran girtîbû ser xwe.
Ev tê zanîn lê mixabin hêja hinek ji bo PKKê û siyaseta wê ya qirêj nebînin li berxwe didin.PKKê re çi pêwendî hebin yan jî ji bo berjewendiyên netewî pêwendiyek pêwistbe bê kirin jî gerek gelekî bi zanebûn be. Lê eger PKK neyê naskirin û siyaseta wan a qirêj neyê zanîn, dê mirov di destê PKKê de bibe leyiztik. Bila bi naskirin PKKê re pêwendi hebin. Eger mirov qirêjahiya wan tê bighe, rastiya wan bizanibe mimkine ew nikaribin tu zererê bidin . Wek din xetere..
30.9.2025
Nêrîn/Şirove


