CivakRojev

Derbasgeha Pêşabûr hêsankarî ji bo vegerana Kurdên Rojava tê kirin

Ew hemû welatiyên li derbasgeha Pêşabûr yên ji ber rêkarên rûbirûbûna Korona asê mabûn, kar hêsanî ji bo wan tê kirin ku vegerin Herêma Kurdistanê.

Şewket Berbiharî Birêveberê Derbasgeha Pêşabûr ya di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî hêsankariyek ji bo wan Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku îqameya Herêma Kurdistanê heye û ji ber pejika Korona li Rojavayê Kurdistanê asê mane dikarin vegerin Herêma Kurdistanê”.

Berbiharî awayê vegerana xwediyê îqameyan eşkere kir û got: “Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku wan îqameya Herêma Kurdistanê heye û nîştecihê parêzgehên Hewlêr û Silêmanîne, dikarin li rojên dûşem û çarşemê li derbasgehên Pêşabûr ve vegerin Herêma Kurdistanê”.

Back to top button