CîhanRojev

Iraq ji bo welatiyên tirkiye vîzeyê radiwestênê

Wezareta Derveya Iraqê li daxuyaniyek da dibêje: Vîzeya raste rast ya ji bo welatiyên tirkiye radigre, ew jî ji ber eweye ku tirkiye pêgiriya wê rêkeftina berê nebûye ku sala 2009 hatibû kirin û rê dida welatiyên Iraqê bi bêyî serdan kirina Konsolxane yan Balyozxaneya tirkiye vîze werbigrin.

Wezareta Derveyê Iraqê li daxuyaniyek de balê dikşîne li ser wê yekê Iraq li çarçêweya berjewendî û serxistina hevkariya du aliyane pêgiriya wan rêkeftinane ku bi welatên ve girêdide.

Li gor rêkeftina sala 2009 di navbera Iraq û tirkiye welatiyên her du welatan dikarin bi bêyî serdan kirina Balyozxane yan Konsolxaneyan li derbasgehên tixûbî vîzeya geştkirinê werbigrin.

Wezareta Derveya Iraqê balê dikşîne li ser wê yekê ku ew rêkeftin ji bo ewe bû ku hêsankariyê ji bo geştiyarên her du welatan bê kirin, lê belê tirkiye ji aliyê xwe ve karkirina wê naveroka rêkeftinê rawestand.

Back to top button