PolîtîkRojev

Çinar Se’ed: Pêwîste çarçêweyek ji bo parastina Asayîşa Niştîmanî bê danîn

Çinar Se’ed Abdulla Endama Encumena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê li dema beşdarbûna li bernameya Rojeva Kurdistanê de ragihand ku babeta yekrêziya hêzên siyasî û nav mala Kurd peywiste bi hemû takeke vê civakê û tenê siyasiyan li xwe nagrê.

Her wiha eşkere kir ku rewşa Herêma Kurdistanê ji ber bandora aborî û tendirustî û wê pejika Korona û kêşe û girift û qeyranên Iraqê û paşê encama rûdanên 16ê cotmehê hemû beşek astengî bûn ku hatine pêş û ji bo çawayiya îdaredan û birêvebirinê, ji bo wê yekê take mîsogerî ji bo derbasbûna wan kêşeyên yekbûn û yekhelwestiya di navbera hêzên siyasiyên Kurdistane.

Her wiha got: Ji bîra me neçûye her doh bû dema terorîstên Da’îş êrîş kirine ser Şingalê û Deşta Nînowa û xelkeke zêde tuşî koçberî û derbederiyê bûn. Lê belê bi xweşhaliyê ve bi hewla cenabê Serok Barzanî me karî wê dijminê dirinde bişkînîn. Eve jî ezmûneke bi rûmet ji bo Herêma Kurdistanê mîsoger kir bi taybetê li derveyê Kurdistanê. Eve jî bi yekhelwestiya hêzên siyasiyên Kurdistanê pêkhat, pêkve me karî dijmin bişkînîn û ezmûneke serkeftî bû.

Çinar Seed eşkere kir ku niha gefeke gelek ciddî heye û ezmûnên me ji me re dibêjin ku ev Herême gefên cîddî li ser heye. Ji bo wê yekê pêwîste çarçêweyek ji bo parastina asayîşa niştimanî bê danan, rê li ber gefa her aliyek yan grupek bê girtin.

Back to top button