Cîhan

Dengdana duyem a ji bo hilbijartinên serokkomariya Îranê dest pê kir

Di hilbijartinê de namzetê reformxwaz, Wekîlê Tebrîzê û Wezîrê Tenduristiyê yê berê Mesûd Pezeşkyan û namzetê kevneperest û sekreterê berê yê Konseya Bilind a Ewlekariya Netewî Seîd Celîlî di hilbijartinê de hevrikiyê dikin.

Dengdana tûra duyem a hilbijartinên serokkomariya Îranê ya 14 emîn dest pê kir.

Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî ragihand ku proseya dengdanê li paytext Tehranê bi civînek çapemeniyê dest pê kiriye.

Li gor daneyên Navenda Hilbijartinê ya Wezareta Karên Navxweyî, li welatê ku nifûsa wê 88 mîlyon e, nêzî 62 mîlyon hilbijêr wê di sindoqên ku li zêdetirî 59 hezar navendên dengdanê hatine avakirin dengê xwe bidin. Herweha hemwelatiyên Îranê yên li derveyî welêt wê li navendên hilbijartinê yên ku li 95 welatan hatine danîn, biçin ser sindoqan.

Proseya dengdayînê ku li gor saeta herêmî saet 08.00 an dest pê dike, wê saet di 18.00an bi dawî bibe, lê ger pêwîst bike bi biryara Navenda Hilbijartinê ya girêdayî Wezareta Karên Hundir ev mawe dikare bê dirêjkirin. Tê payîn ku daneyên yekem ên encamên hilbijartinê nîvê şevê bên eşkerekirin û encamên dawî jî sibê bên eşkerekirin.

Li Îranê serokkomar 4 salan kar dike û herî zêde du caran li pey hev dikare bê hilbijartin.

Pezeşkian di hilbijartinan de li pêş e

Li aliyê din li gor ankêtên ku tên kirin Pezeşkiyan li pêş e.

Herî dawî di rapirsiya raya giştî ya ku ji aliyê Saziya Rapirsiya Xwendekarên Îranê (ISPA) ve di 3ê Tîrmehê de bi 3 hezar û 660 kesan li seranserê welêt pêk hat de, ji sedî 49.5ê beşdaran piştgiriya kandîdê reformxwaz Pezeşkiyan kirin û ji sedî 43.9 jî piştgirî dan berbijêrê berê.

Back to top button