Nivîsar

Dengdan û xwe kandîdkirina Parlemen û filan û fîsare cîh, gumrayiye!

Li salên 1976 -1980 ku xwendekar bûm li Zanîngeha Îslamî ya li “Medîneya Miinewer” em xwendekarên Kurdên Başûr û birayên me yên li Bakûr û Rojava û Rojhilata Kurdistanê, bi pêkve herdem me peywendiyekî bi hêz hebû, gelek caran jî me kombûnên wiha rêk dixist ku têde me dengên xwe bigihanda hinek kesên din, bi taybetî ez ku piştî “şikestê” ji bo xwendinê çûbûm wî welatî û li cem biraderan wekî Pêşmergeyekî Eylûlê dihatim nasîn. Li bîra min tê carekî xwendekarekî hevalê me ku xelkê “Peru” bû, wate “Amerîkaya Başûr”, berê xwe da min û got: “Ku desthilata Iraqê wiha ye, ji bo çi hun deng pê didin?” Xwedê agahdare baş ji axaftina wî tênegihîştibûm, ji ber ku li cem me li Başûrê Kurdistanê tiştek nebû ku jê re bibêjîn dengdan û hilbijartina hikûmet, yan Parlemen yan Serok Komariya Iraqê – ku bi mixabinî heta niha jî her em pêve hatine girêdan- her çende li van demên dawî da lîstikên wiha peyda bû ku rapirsî dihate kirin ji bo danîna “Hefîzehula” û li sedî noht û neh û hinek birgeyên ji wan jî digotin: Belê Belê..!

Xwendina me jî li welatek da bû ku ew bi xwe jî “Paşayetî” ye û tiştek tûne li wî welatî da jê re bê gotin nirxandin û li rêya dengdanê ve dest bi destkirina desthilatê!

Eqliyeta gelek ji mamostayên rêzdarên me yên Sû’ûdî jî zadeyê welatê xwe bûn û wan jî eger bihîstiban û bizanîban ku tiştek heye jê re dibêjin Encûmena Bajarvanî û Parlemen û ji wan babetan, hîç guman li wir da jî tûne ku ewe bandorekî hebû li ser goşkirina me jî û dikarê desthilat jî zîrekane yan fêlbazane bikaribe diziyê bike nav zanayên wan û fetwayên wan bi astek da biçe ku wan cûre reftar û proseyan jî heram bikin.

Ez heta doh û niha jî hilgirê bîra “pêşîn” û şanazîker ya bi eqîdeya yek xwedênasî û dûrî li bawer bi “xurafat”, dûr nîne li wan rojan da kêmtir ji vê tiştê gihîştibim, ku her ji wan rojên berê ve jî wiha kiriye li wan rojan de, birêzek nameyekî ji bo min bişîne û li naveroka nameyê da şîretekî xêrê li min bike û bi gotina xwe ji bo xwedê min bîne ser rêya rast, bo ku bê bawerî nemirim û ji min re dibêje: “Mamosta tu bi xwe jî dizanî dengdan û xwe kandîdkirina ji bo Parlemen û filan û fîsare cîhî, kifir û gumrayiye!”, ku ez eve li bîra wî birêzî tînim ku fetwa li tiştê neguher (Sewabit) an da tûne û divê ew jî û hevbîrên wî jî wekî min zêdetir berçav rûn bin û dikarê tenê ji bo mînak vê fetwaya mezina zanayê Sû’ûdiye û hilgirê dîrin û nêrîna pîrozê pêşînî ya cenabê “‘Useymîn” bînim bîra wan, ku bi rastî dîtina ji gelek mamostayên din, li bersîva pirsiyarek da kerem kirine:

(Pirsiyarek ji welatê “Kuwêt” ve: Hukma wan hilbijartinan çiye ku li “Kuwêt” da heye, ku zêdetirê wan îslamiyan hevbeşiyê têda kirine û têda ku berê bangewaz xwaz bûne, niha bandorê li ser ola wan heye û tûşî êş û jana aşoba olî bûne?

Bersîv ji Useymîn ve: Ez bawerim hilbijartin, erk û ferman (wacib) e.

Erke li ser me hinek kesan hilbijêrîn ku em bawerin aliyeke wanê baş têda heye.

Başe, eger hat û çakxwaz û reformxwaz û kesê baş kêmasiyê bike, kî cihê wî pir dike?

Xirapkar, yan ew kesên ku her neyînî ne û ne xêra wan heye û ne şer, ewên cihê her axaftin û her rayek dikevin!

Erk (wacib) e ku em hinek kesan hilbijêrîn ku em ji wan bawerin ku başin.

Eger kesek got: Başe, eger me endamekî baş hilbijard û heman demî de zêdetirê endamên din bi berevajiya ew bin?

Dibêjîn: Çi kêmasiyek li wir da tûne!

Eger xwedayê mezin fera xwe li ser de birijîne û ew yek peyva ‘heq û rast’ iyê li wê encûmenê da got, bêguman bandora xwe dibê, lê belê kêşeya me li wir daye ku kêmasiya me li rastgotinî û rastiya me ya li gel xweda heye, tenê girîngî bi aliyên bingehên maddî didîn, temaşa peyva xwedê nakîn, dibêjim bi tenê eger wiha jî bê, zêdetirê Parlementeran hinek ji wan nebê, heqxwaz bin, her sûd digihînin, lê belê bila li gel xwedayê xwe da rast bikin.

Lê belê ewên ku dibêjin: Parlemen ne diruste û nabê li gel xelkê gunahkar da rûnin, başe rûnîn û bi karên wan razî bibîn?

Na li gel wan emê rûnin heta rastiyan ji bo wan zelal bikîn.

Hinek birayên me ji kesayetiyên xwendewaran gotine:

Ji ber ku ew kesê baş li gel kesê nebaş da têkilhev dibê, hevbeşîkirin ne diruste!

Li bersîvê de dibêjîn: Başe, başî ewe ye ku ji ber ku rûniştiye heta xirap bê, yan bibê yarmetîderek ji bo başkirinê? Ji bo rastkirina xwarê?

Belê ji bo rastkirina xwar û rênimayiya kesê ji rêzê derdikeve.

Carek ser neket, careke din xweda aliyê wî bê (Inşaallah) ser dikevê.

Deqa fetwayê bi zimanê Erebî:

………….

Peyva dawî: Li dawiyê da dibêjim: Rêzdaran li nav civakê de dengdan mafekî herî rewaya take kese, peywîste bi karê dinyayê take kesane ve û bes, hemû tiştek têkilhev nekin bi ol ve, ji xwe eger li vî warî de bê ku deng emanete, erkeke bi wê yekê û sivik nabê ku deng nedî yan dengê bi betal bavêjî nava sindoqê!

Biçin mafên xwe bi cîh bikin, wekî ku we bawerî bi wan kesan heye kes zoriyê li we nekiriye. Eger rakirina sîtemê wekî erkekî pîroz bê xelk jî wiha dizanin sîtem heye yan sîtemkar dixwaze desthilatê bi dest bigre û bikarbîne, ji bo wê yekê bi rêza hilgirên bi nav (selefî) bo vê karê pîroz pêşeng nebin!? Ez ji we re nabêjim deng bidin bi kî û çi aliyek, lê belê ji bo xwe divê ewe bizanin ku kî hêjayî berpirsiyariyetiye. Dizanim li Mekke û Medîne ev bezme tûne, ji ber ku welatekî paşayetiye, ji bo wê yekê gelek dostên me jî lê nizanin.

Erê “Şafî’î”yekî “Bexda” û ewê “Misir” wekî yek bûn?

Erê fetwayên wan nehatine guhertin?

Dê ji bo xwedê lê binêrin!

Êdî başe carek bîr li wê yekê nakin ku merc nîne ew hela bi we tê dayîn her wiha biçe, xelk qurbanî bide û we jî kêşe li ser kêşe hebê?! 

Şûna xizmetkirina bi welat û parastina ji dijminan û avadankirinê, îşê we bi tenê li ser rihê we bê?!

(Mirad ma nêyîht bud û giftîm

Hewalt ba xuda kirdîm û reftîm)

M. Emer Çingiyanî

Back to top button