Nivîsar

”Demoqrasîya Tirkî” û Tirkîyîzabûn

Ez, bi sala ne ji xwe dipirsim; ma demoqrasî ji bû her millet û netewî cûda-cûda hatiye nivisandin? Ma pîvan, sitûn û hîmên demoqrasîyê li gorî her welat û netewî diguhure? Ma parastina mafê jiyan û hebûna merivatîyê  li gorî welat û netewa kêm û zêde dibin? Ma demoqrasî li gorî millet û netewa reng diguhurîne? Ger di demoqrasîyê da van destdarîya hebin, demoqrasî wê ji demoqrasîbûnê derkeve, wê bê pîvan, bê hîm û bê sitûn be û wê ber bi nijatperestî/faşîzmê da here û weha jî dibe!

Bi giranîya polîtîknasên Tirka hergav weha gotine û dibêjin; ”Türk demokrasisi (demoqrasîya Tirkî)” weha baş e û weha qenc e … Gelo ”demoqrasîya Tirkî” çi ye? Ciyawazî û ferqîyetên wê, ji demokrasîya Ewrûpayê çi ne? Hûn çi dixwazin bêjin? Mebest, doz û armancên we (dîyar in) çi ne? We her xetên polîtîkayê li gorî xwe nexş û ray kiriye.

Nexwe, bi van slogana jî dîyar dibin;

” Ne mutlu Türküm diyene.” (Gotina ez Tirk im bextewarî ye.)

” Bir Türk dünyaya bedeldir.” ( Yek Tirkekî bedelê dinyayê ye.)

” Türk devletine vatandaşlik bagi ile bagli olan herkes Türktür.” … û hwd.

Belê ”demoqrasîya Tirkî” ciyawaz e, belê piştî hewqas bedeldayinê, hêji peyva Kurd/î bi fermî tune ye. Belê; ”demoqrasîya Tirkî” ciyawaz û netewperestî ye.

Ji nijat û îslamperestîyê tu sûda destketî tune ye. Heta iroj bi navê ”limêjên alternatîv” û nûha jî hin şaredar bi navê ”pîrozkirina rojbûna” hin kes û kesîtîya, hûn berê gelê xwe didin ku derê? Ji xwe nûha da, alozî û astengên mezin di civata me da henin. Hûn çima astenga hin zêdetir û gelemşetir dikin? Van ”teqtîkên” hanê wê bibin kelem û asteng li ber pêşvaçûna civatê, ma hûn vana nabînin? Vana ji celadê xwe hezkirin e!

Îcar hin partî û ronakbîrên Kurda jî, dûr û dirêj e, hêdî-hêdî bi dengekî bilind dest bi parastina ”Tirkîyîzabûnê” kirine û pê jî fexr, pezindar û bextewar dibin. Belê; wextekî ”Ecevit” jî Tirkîyîzabûnê û bi gotinên şêrîn û şêkir ”sosyal-demoqrasîya” Tirkî diparast. Gelo we berê xwe daye ku derê? Ma hûn nabêjin; em tenê wekhevîya hemwelatî ya serqanûnî dixwazin! Ka çi maye di destê we da? Ka we di rezê gewr da çi hiştiye? Ma we negot ”yê ku vê pirsgirêka Kurd bikaribe çareser bike hew serokwezîr e!” We hewqas bawerî pê anîbû! Ew serokwezîr jî nûha serokkomar e, û ew serokkomar nûha serokatîya Tirkîyê dixwaze.

Ma ew nabêje ”pirsgirêka Kurd tune ye.” Îcar hûn çima dibêjin ”Em dê nehêlin ku tu serok bibî! Tu dê serok nebî, nebî, nebî!” Ma ew hew tenê yê çareserîyê nînbû? Ev çi durûtî ye! Hûn poşman bûn, çi bû? Gelo heta ku derê vê sîyaseta qirêj û ”nezelal” wê berdewam bike, û sedem!?

Ka gelo gotina ”Em dê bi rihê Eşme`yê bijîn û bidin jiyan!” rast e? yan jî ”Em dê bi rihê berxwedana Kobanê bijîn û bidin jiyan” rast e? Bersiv pêwist nake, şerm e. Hima ji mînaka Roboskîyê heta bûyera meşa şehîdê gerîllayê li Mazgirtê, çi bû? Ka demoqrasî? Ka hesab ji kî hat pirsîn? Malneketno! Tehemula Tirkîyê ji hêstirên Kurda ra yên li ser sînor in tune ye ku hêstira jî dikujin, qetil dikin! Ma gelo qalkirina qantona axlem ji bû başûr rûreşî nîne!? Meriv dibê qey hûn bi demoqrasîya Swîs û Belgumê rabûne û rûniştine! Xeyalfiroş nebin. Hûn hê bi dêzimanê xwe serwext nînin! Hûn hê di serxweşîya gerîllaya da jî bi Tirkî diaxifin.

Hûn hima-hima li her derî bi Tirkî diqirifînin. Mafên Kurda û beyannameyên hilbijartina jî çîrokekî dinê ye. Hew gotinên gilover û viqî-vala! Ma li gorî van rewşên hanê, bi rastî jî ”kî avê li destê kî dike”, av di kîjan çemî da diherike, dibê ku meriv ji xwe bipirse? Dîsa bilî vana jî, lêborînekî ji welatê Alman`ê hate xwestin! Di heman demî da jî, di yek rojnameya Swêdê da(Af.bl.) kuştina Olof Palme û PKK carekî din hat germkirin? Xêre, çi dibe, kî dîsa pê li pişkokê kir? Belê sîyaseta qirêj, hewqas erzan û sivik e. Ez dipirsim; di nav van avên şolî û gelemşeya da, bi çi raman, bawerî û mêjî va hûn dibêjin herî çareya baştirîn ”Tirkîyîzabûn e”? Mebesta we çi ye!? Ma ne dîyar e ku gotina Tirkîyîzabûn´ê Tirkzabûnê tîne?

Ez bawerim ku piranîya Kurda bi ”demoqrasîya Tirkî” çi tê xwestin yan jî çi tê gotin, baş fam nekirine. ”Tirkîyîzabûn” em bixwazin jî nexwazin jî wê ”Tirkzabûn´ê” bîne. Ev jî wê asîmîlebûna Kurda hin leztir bike. Van gavên hanê tev bi zanîn, bi plan û bi pergalekî qirêj tê avêtin.

Meriv bê şik û bê nîqaş, xwedîyê yek nav û yek nasnameyekî ye.
Agahdarî; Di nav her axaftin û niqaşên Kurda da, ji her serîyekî peyva Tirkîyîzabûn´ê cûda-cûda dertê; Mînak; Türkleşmek-Tirkîyebûn-Tirkîyeyîbûn–Tirkîyîbûn û hwd.) Qewlî gotarekî Kurdî va; ”Bê serî û bê çav hatin!” e.

Navê ”Türkiye” bi Kurdî ”Tirkî” ye, û fenî ku di hevoka da xwe nîşan dide, dibê ku weha be;

Ez diçim Kurdistan+ê.  = Ez diçim Tirkî+yê.

Ez li Kurdistan+ê me.   = Ez li Tirkî+yê me.

Kurdistan                             Tirkî = Türkiye

Kurdistan+î+tî                    Tirkî+yî+tî  = Türkiye+li+lik   

Kurdistanî+bûn                   Tirkîyî+bûn  = Türkiyeli+olmak   

Li Kurdistan+ê                    Li Tirkî+yê  = Türkiye+de  

Ji Kurdistan+ê                    Ji Tirkî+yê  = Türkiye+den

Kurd+îtî                              Tirk+îtî   = Türk+lük  

Kurdbûn(Kurd bûyin)         Tirkbûn(Tirk bûyin) = Türk olmak

Kurdzabûn(Kurdza bûyin)  Tirkzabûn(Tirkza bûyin) = Türkleşmek

Kurdistanîzabûn                Tirkîyîzabûn(Tirkîyîza bûyin) = Türkiyelileşmek

Kurdistanîzabûyî               Tirkîyîzabûyî = Türkiyelileşmiş

Kurdistanîzakirin              Tirkîyîzakirin(Tirkîyîza kirin) = Türkiyelileştirmek

Kurdistanîzakirî                Tirkîyîzakirî = Türkiyelileştirilmiş

Îlhamî Can 

[email protected]

 

Back to top button