Epozdemir bersiva Zinar dide
Geli Rêzdaran,
Berpirsên Rojevakurd
Daxuyaniya Zeynelabıdîn Zınar ne raste û tertibek ji tertibên bêxwedayîyê ye. Biryara Mehkema Stenbolê li jêr e. Bi vê ne rasyiya genî û gemar Zeynelabidin Kaya sita we jî dilewitîn ê. Ma ne lazime Kurd jî destên xwe danine ser ujdana xwe? Ne lazime em rastiyan bibêjin? Ne lazime hun pirsa biryara Mehkemeyê bikin?
Berevaniya min, ku di heyata min da tenê ew ji min ra maye, Zeynelabidin bi wê ilimdariya xwe ya ku ji ilmê xwe fam nekirî xwest ku pûç bik e.
Di kitêba xwe da nıvısand û wê pirtuka bi vir û derew û fortên Mala Faro dagirtî li nava alemê belave kir.
Dibêje min (iddiayên ne aidê xwe) xistiye navbera çeprastan. Yanê min neweyiyan işaret kiriye ku ev ne iddia mine, ev iddia ya Derwêş e. Ma ev yekaha diristiye? Eva 11 salın ku hemu rewşembirên Kurd – Zeynelabidin jî daxil – berevaniya min dixwîn in. Sala 2005’ê li Hewlêrê min berevaniya xwe ji Mamostayê payebilind Z. Kaya ra imza kir. Gelo – ji xeyri Zinar Soran – devê yek ji rewşembirên Kurd geriya ku rastîyê bibêj ê? Emê waha bighêjine armanca xwe?
Ez vê bêbextiya ku Derwêşê Sado bi destê Z.Kaya li min kir bi wan makaleyên ku Zeynelabidin Zinar henekên xwe bi min kirîye, neweyiyan aniye ziman û çiqas tiştên ne laîqê navê xwe gotîye û cewabên min bînine rubarê hev û bêjin ka çewa emê Kurd jî weka miletên pêşketî bêne ser hemdê xwe. Yekê ku ji gundê xwe derneketibe jî ne weka vî ilimdarî ji zanîna beşeriyetê mehrûm e… Rê nedine bêbextan, rê nedine bê rehman, rê nedine bê hişan. …
NOT: Min 3 rupel biryara mehkemeyê jî ji we ra rê kiri ye. Mehkeme 1500 Tl ceza daye min û heya 5 salan ku ez zêfan nekim ew doz dikevê. Ya zor ewe ku ezê çewan 5 salan xwe bigirim. Selametiye.
Rêz û Hurmet
Şakir Epözdemir
…
Di daxûyaniya xwe de birêz Epozdemir hinek gazind ji Rojevakurd jî kirine. Bê guman mirov gazinda dike, rexna dike û Rojevakurd van gazind û rexna berçav digre. Ji berî her tiştekî gotubêja li ser pirtukê tê kirin ne karê me ye ku em tevlî bibin. Ji roja yekem dema ev daxuyanî gihatin destê me herdu jî hatine weşandin.
Dervêşê Sado derewa li Li Şakir Epozdemir dike yan nake, ew karê wane. Em dixwazin bêjin ku kesek sita me nalewitine. Ji berku em rênadin xeber û gotinên ku hakaret lê hebe. Lê mamusta Epozdemir sita me jî bi lewitandinê itham dike. Ev yek ne raste. Nivîsên Zeynelabidin Zinar gelek siteyan de derdikeve. Ev nayê wê wateyê ku ew site lewitîne. Birêz Epozdemir dipirse ; Ma hun pirsa biryara dadgehê nakin? Birêz we bo me bi zimanê Tirkî biryar rêkirine. Herweha dema biryarên dadgehê bêne eşkerekirin ji xwe dê herkesek bizanibe çi raste û çi neraste..
Hun di pirtukêde bersiva gotinên Derwêşê Sado bidin emê di sita xwe de biweşînin. Lê hun bizanibin em di van gotubêjan de ne alîne û di rastiya xwe de tiştên Derwêş dibêjê jî ji bo me ne girîngin. Herweha ew babet bi xwe ji bo me ne balkêşe.
Em hêvî dikin Rojevakurd nekin cihê minaqeşeyên ku hakaret lê hebe.
Li gel rêz û silacvan
Rojevakurd


