
Piştî Tirkiye ketî di pêvajoya hilbijartinên parlementoyê de, gelek nirxandinên cuda li ser encama hilbijartinan têne kirin. Yek ji wan jî ewe ku, “ Ak Partî ji bo bikaribe piraniya pêwist di parlementoyê de destbêxe, hewl dide ku nehêle MHP baraja ji %10-ê derbas bike û bimîne ji derê parlementoyê“
Serokê BDP-ê Selahattin Demirtaş li ser vê senaryoya ku tê gengeşekirin, gelek tundî erîşê Ak Partiyê kir û pişgiriya MHP-ê kir. Di vê derbarê de Demîrtaş got: “ Li Tirkiye ew kesên ku, nûnêrên qewmiyeyên (Neteweperestên Tirk)Tirkin bimînin derveyê parlementoyê ne başe. Hewldanên ku wan bihêlin derveyê parlementoyê aybek mezin ya demokrasiyê ye.“