Civak

Barzanî serxweşiya Macid beg kir

       
Bi navê xwedayê mezin dilovan

Malbata rêzdarê xwedê jêrazî Mecîd Pîroz Beg

Silavên xwedê li we bin

Gelek bi mixabinî nûçeya koça dawiya kesayetiyê naskiriyê Kurd û endamê berê yê Parlemena Tirkiye xwedê jêrazî Mecîd Pîroz Beg gihişt min ku bi sedema nexweş bûnê ve çû ber dilovaniya xwedayê mezin.

Xwedê jêrazî ji bilî wê yekê ku Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye, piştgîr û alîkarekî berbiçav bûye li şoreşa Gulan û li yarmetîdana lê‌ qewmiyên enfal û koçberiya sala 1991 û herdem ji bo ser bilindiya gelê xwe têkoşînê daye.

Bi vê xemgîniyê ve pirse û serxweşiya xwe ya germ pêşkêşî malbata we ya birêz û sercem kesûkar û xizmên we dikim û hevbeşê xema we me.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim eve nexweşiya we ya dawî bê û giyanê xwedê jêrazî jî bi bihuşta berîn û fireh şad bike.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

09/02/2011

Back to top button