Cîhan
Li Misrê prosesek nû destpê dike
Çavên dinyayê li Misrê li meydana Terîrê bû. Sedên hezaran Misriyan berê xwe dan Meydana Tehrîrê. Hêviya biryara Mubarek bûn. Roj hemiyê Serokkomarê Misrê Mubarek li gel desthilatdarên Misrê civîn dikiran. Di encamê de Mubarek di televizyonê de axavtina xwe kir.
Mubarek piraniya selahiyetên xwe dewrî cîgirê xwe Suleyman kirin. Lê Mubarek da xuyakirin ku ew jî kurê wî jî ji Misrê dernakevin û ewê li Misrê bimirin.
Mubarek soz da xelkê ku ew hilbijartinên serokkomariyê ya di meha Îlonê de çêbibin nabe berendam. Herweha soz da ku dê ji hir pêde her tişt bi şefafî çêbibe.Mubarek da xuyakirin ku dê hemû daxwaziyên xelkê bêne qebûlkirin.
Lê li Misrê xelk û raya giştî ya cîhanê li hêviyê bûn ku Mubarek îstifa xwe bide.