Polîtîk

Demirtaş: MITê ji min xwest ku ez bikevin cihê Olan de!

Gelek nehîniyên pêwendiyên MIT a Tirkiye û PKKê hene ku nayên zanîn. Belkî gelek tişt tên gotin lê rastiya wan di nava bingehê PKKê de nayê qebûl kirin. Dema hinek berpirsên wan bi xwe dibêjin rewş tê guhertin. Niha jî Demirtaş behsa tiştek nû dike ku xelkê ji berî niha behs dikira, lê PKK inkar dikira. Demirtaû cardin di ddgehê de behsa bûyerek balkêş dike.

Di dadgeha cezayên giran a Enqere de doza Kobanê berdewam dike. Hevserokê berê Selahattin Demirtaş jî di vê doze de tê darizandin. Di rûniştina dadgehê ya rojê1ê Kanûna 2022ê  despêkir û du rojan berdewam dibe.

Hinek belgeyên vê dozê ji aliyê HDPê ve hatine belavkirin û HDP dibêje: Demirtaş di rûniştinê de amaje bi wê yekê daye di dema proseya aştiyê de dema şande diçûn Îmraliyê Serokê MITê Hakan Fidan xwestiye ligel wî hevdîtinê bike lê wî qebûl nekiriye. Demirtaş dibêje bi zanebûn dixwazin di navbera wî û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de rojeveke vala ava bikin û ew di vê zanebûnê de ne.

Demirtaş dibêje “Bila kes ji me hêvî neke ku em gavê paşde bavêjin û xwe radestî wan bikin. Pêşniyar kirin ku min bêxin cihê Ocalan. Xwestin ji min Ocalanekî biçûk çêbikin. Em em in û Ocalan jî Ocalan e. Hêz û rola Ocalan heye bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn bike. Em jî wek nûnerên siyasî yên gel bo çareseriyê li parlamentoyê xwediyê rolekî ne.”

Back to top button