Dema siyaset tevlîhev be
Tirkiye welatek xerîbe ji ber wê jî dema mirov rewşa siyasî yan jî ya civakî şirove dike ji bo hinek tesbitên siyasî zehmetiyek pêyda dibe. Cardin behsa girtina Ak-Partiyê tê kirin. Ihtimala ku bixwazin vê partiyê bigrin her demî heye. Di bingehê xwe de, armanc ji girtina partiyê gelek tir ,qedexekiririna hinek kesên di serê vê partiyê de ji siyaseteye. Ew çek di destê dadweriyê de heye û mecala wan jî heye. Lê reşwa Tirkiye ya niha ,taybetî helwesta leşkeran ya jêr û jor carê dibe sedemek ku bi dezgehên kemalîst re jî tirsek peyda dibe.
Gelek rewşenbîr siyasetmedar û kesayetên demokrat û taybetî jî tirkên ku xwe wek lîberal demokrat bi nav dikin pişgiriyek mezin dan hukumeta Erdogan û pişgiriya gavên wan yên ber bi demokrasiyê ve kirin. Ew kesên ku dixwazin statuko têk herê û guhertinek çêbibe û herweha Tirkiye bi awayekî tevlî cîhana pêşketî bibe pişgiriya guhertinên ku Ak-Partî dixwaze bike dikin. Ev yek ji bo hukumeta Ak-Partiyê pişgiriyek mezin e. Ji ber ku di welatek wek Tirkiye de herkes li gora bîr û baweriyê xwe helwesta distîne û berjewendiyên kesayetî li ser her tiştekîre tên girtin. Ew kes û terefên pişgiriya Ak-Partiyê dikin piraniya wan dijê îdeolojiya vê partiyê ne.Baweriya wan li Ak-Partiyê naye. Lê dema ev partî dixwaze guhertinekî bike jî pişgiriyê didin siyaseta Ak-Partiyê. Mixabin hukumet piraniya caran gavna tavêje ku mirovên pişgiriyê dikin poşman dibin.
Ev hukumet ji bo çi evqas tirsonek kar dike mirov tê nagihe. Ji xwe tiştekî ku Ak-Partî winda bike nemaye. Tu cara kemalist û statuko parêz baweriyê li Ak-Partiyê naynin. Yanî bi awayek din akibeta Erdogan ne ji ya Menderes û Ozal dûr e. Başe çima Erdogan rolê maxdûrîyê dileyze? Eger rastî ji bo henek sedeman nikarin guhertinan gora dixwazin pêkbînin, divê vê yekê eşkere ji raya giştî re bêjin. Dema ev nêwê kirin, mirov tê digihê ku, hukumet di gotar û kirinên xwe de ne diruste û rastî siyaseta xwe hemî li ser çewe cardin werê li ser hukum avadike.
Ev siyaseta Ak-Partî li rêve dibe zerera mezin dide wan bi xwe. Pişgiriya wan kêm dibe. Di pirsa Kurd de jî bê istiqrariyek mezin nîşan dide. Rojekî tiştekî dibêjin ku hêviyek mezin xelkêre çêdibe roja din di parktîkê de dijê gotara xwe gavan tavêjin, û hêviya xelkê dişkînin. Li gora lêpirsînên tên kirin baweriya xelkê ji hukumetê kêm dibe. Mimkine heta radeyekî piraniya caran mirov rewşa Ak-Partiyê fam bike. Di nav xwe de ne yek dengin dengên gelek cûda hene. Heta tê gotink u endamên rêxistina Ergenekonê di nav desthilatdariya partiyê de û heta di nav wezîran bi xwe de hene. Heyina endamên Ergenekonê di nav Ak-Partiyê de ne dûre, lê dema li himberê Ergenekonê kar tê kirin divê mirov ji nav xwe destpê bike.
Niha Hukumet dixwaze beşek gelek kiçik ji destûrê biguhere. Ev guhertin tu pêwendiya wan pirsa kurd re tuneye. Bi awayek din bi van guhertina Ak-Partî hewl dide ku xwe ji destê dadgehê xilas bike. Her demî Partiya desthilat bi biryara dezgehekî ku piraniya wan kemalistin dikare bête girtin. Eger Vê carê girtina Ak-Partiyê bête rojevê wek cara yekem pişgiriya wan naye kirin û dê mirov belkî bêje ewan bi destê xwe xwe dan girtin .
Di pirsa kurd de Ak-Partî guhê nade kurdan, bi tevahî nizanê kurd çi dixwazin. Dema mirov bixwaze pirsekî çareser bike divê guh bide xwediyên pirsê. Li Bakur her kurdek, her dezgehek, her rêxistinek siyasî û civakî xwediyê pirsa xweye. Siyaseta hukumetê di pirsa kurd de tenê li ser peyam û helwesta BDP-ê ye. Herweha serkaniyên îstixbaretî ji bo wan bingehehe. Ev têgihandina pirsekî de gelekî kemê û çewte jî. Ji bo vê jî Ak-Partî pirsa kurd baş nasnake û nikare di prosesa çareserkirinê de gavên ku kurdan tetmîn bike bavêje.
Guhertinên bêne kirin çi be bila be, eger ji bo pêşketina demokrasiya li Tirkiye rolekî bileyze û eniya sivîl xort bike divê pişgiri lê bê kirin. Pişgiriya kiryarên Ak-Partiyê nayê mana ku mirov pişgiriya îdeolojiya vê partiyê dike. Pişgiriya guhertinên ku civatê pêşve bibe erkê her kesek demokrat û hemdem e.
20.03.2010
Dara Bilek