Polîtîk

Cevdet Kara:Îro Kawayê Kurdan Erdogan e!

Diyarbekir – Serokê şaxê navçêya Baglara Amedê Cevdet Kara got: „Ez bi vekirî dibêjim, îro Kawayê Hêsinker yê Kurdan Serokwezîr Recep Tayyîb Erdogan e!”

Li bakûrê welat û bi taybetî li Amedê amadeyiyên pîrozkirina cejna Newrozê bi hemî coş û  tevgeriyê ve berdewam e. Lê îsal tihstekî din diqewime, li Amed her wiha partiya desthilatdar AKPê jî ketiye nav hewildanên mezin ya pîrozkirina Newrozê. Di nav vê amadeyiyan de heta lihevşivandina serokwezîrê Tirkiye Erdogan û lehengê ewfsanaeyê yê miletê Kurd Kawayê Hesinger jî heye. Serokê şaxa AKPê ya Baglara Amedê  Cevdet Kara îro daxûyaniyek balkêş da û got; „Ez bi vekirî dibêjim, îro Kawayê Hesikger yê Kurdan Serokwezîr Recep Tayyîb Erdogan e!”

Li gor pîrozkirina Newrozê AKPê şaxa Amedê jî ketibû nav hewildanan û jiber vê îro layengirên AKPê li ber avagiya AKPê ya Amedê dest bi dîlanê kirin, Newroza hevûdu pîroz kirin ûj hedik belavkirin. Dîsa nehatibû îhmalkirin, pîrozbaya Newrozê wek dirûşmeyên mezin li ber dîwarên avahyiê hatibûn daliqandin û di dirûşmeyan de bi du ziman û herdu zaravên Kurdî nivîs hatibûn nivîsandin.

Cevdet Kara, serokê şaxa Baglarê di vê merasîma pîrozbaya Newrozê de axiftinek kir î wisa got: „Ez bi vekirî dibêjim, Kawayê Hesinger yê Kurdan îro serokwezîr Erdogan e. Wê rojê Kawayê Hesinger li hember neheqî û heqareta zorderan gelê xwe parastibû. Îro jî birêz serokwezîrê me ew erka Kawayê Hesinker hilaye ser milê xwe û li hember zordariya ku ev sîh salin li hember gelê Kurd dihête kirin radiweste; failên meçûlan ronî dike, çalên asîdê dide vekirin. Kî li Kurdan zulim kiribe ji wan hesab dixweze. Ew tekoşîna ku jibo azadiya Kurdan ji aliyê Kawayê Hesinger hatibû dayîn, îro jî bi heman rengî ji aliyê serokwezîrê me Recep Tayyîb Erdogan dihête dayîn.”

Wisa diyar Newroza îsal wê bibe sedema propagandayên nû û balkêş yên li Kurdistanê û êdî partiyên Tirk yên dagirker jî wê Newrozê pîroz bikin… Bi taybet di vê hewildana xwe de gelek bi xwestek xûya dibe.

Lê dîsa jî divê Kurde v pirsiyar bike û bi tedbîr be:

Çima?

Pîlan çi ye?

Dawiya „pîrozkirina Newrozê” wê çi biqewime û kîj lêyîstin wê bihetin ser Kurdan lêyîstin?

Jiber ku di Osmaniyan de lêyîstik ti caran xilas nabe?

Lê dîsa jî (bi şiklî be jî) qebulkirina Kawayê Hesinger yê Kurdan, texdîrkiirna roj û tekoşîna azadiyê û dîsa qebulkirina dîrok û nasnameya Kurd û Kurdistan, jibo Tirkan gavekî ne kêm e…

 

(KNN/Bavê Gazîn)

Back to top button