Dema Kurdan dîroka xwe nas kir, dikarin Ermeniyan jî nas bikin…

Kurdan her dem qirqirina ermeniyan tewanbar kir. Heta ez dikarin bibêjim ku dema kurdan qirkirina ermeniyan şermezar kirin, wan jî kurd tewanbar kirin. Ew li neteweya kurd neheqiyeke mezin bû. Ermeniyan propagandeke wûsa kirin ku serê piraniya kurdan şûştin.

Îbrahîm GUÇLU

Îsal jî demekî dirêj e ku mijara Ermeniyan tê peyvandin. Ev mijar him beriya 24ê Nîsanê û him jî piştî 24ê Nîsanê hat qise kirin û minaqeşe kirin. Lewra wek tê zanîn, Ermeniya 24ê Nîssanê Roja Qirkirina xwe ji aliyê Îttîhad Terakkîyan ve qebûl kirine. 

Lobiya Ermeniyan ji bona Ermenî neteweyekî xiristiyan in û di qirkirina wan de berpirsiyariya Ewrûpayê jî heye, Ewrupayî ji wan re hêsanî rê vedikin ku di 24ê Nîsanê de xebateke xurt  bimeşînin. Ew xebata jî hat kirin.  Lobiya Ermeniyan heman xebat a xurt her sal û îsal jî  li Emerîkayê jî meşandin. Ji bona serokdewletê Emerîkayê Biden beriya bê hilbijartin soz dabû ku 24ê Nîsanê wek roja qirkirinê qebul bike, li Emerîkayê serkeftineke mezin bi dest xistin. Lewra Serokdewletê Emerîkayê 24ê Nîsanê wek daxwaz û biryara ermeniyan Roja Qirkirina Ermeniyan ji aliyê Tirkan de pêkhatiye, pejirand.

Baş te zanîn ku beriya ku Serokdewletê Emerîkayê Biden qebûl bike ku 24ê Nîsanê Roja Qirkirina Ermeniyan e, gelek eyaletên Emerîkayê di derbarê vê rojê de biryara Qirkirinê dabûn.

Beriya Biden jî serokdewletên Emerıkayê di wê rojê de qetlîama  ermeniyan wek felakete mezin diyar û îlan kiribûn.

Lê Îsraîlê Roja 24ê Nîsanê wek roja qirkirinê îlan nekir. Îsraîlî, ji derveyî qirkirina Yahûdiyan qirkirinê nas nake. Tê zanîn ku di sala 1948an de piştî Dewleta îsraîl avabû, jenosîd hat pejirandin. 

Lê ji bona hemû dewletan, berjewendiya dewletî girîng in. Dewletên Dinyayê û heta îsal Emerıkayê ji bona berjewendiya dewleta xwe roja 24ê Nîsanê wek roja qirkirinê pejirandin. Lewra Emerîka û Dewleta Tirk bi hev re endamê NATOYê ne. Gorî baweriya min her çiqas Biden ev roja wek roja qirkirina ermeniyan pejirandibe jî, dema biryara wî baş bê şirove kirin, gelek bi hêsanî tespît dibe ku Biden nexwestiyê Dewleta Tirk zêde biêşîne.

Hîç şik tune ye ku em jî wek neteweyekî hatin qirkirin.  Hezar mixabin hîn qirkirina neyteweya kurd dom jî dike. Lê dawiya qirkirina ermeniyan hat. Ermenî xwediyê dewleta xwe ne. 

Ermenî dema ku bi Rûsan ve hatin Kurdistanê zalim bûn. Dema ku bûn dewletan zalimtir bûn.

Kurdan her dem qirqirina ermeniyan tewanbar kir. Heta ez dikarin bibêjim ku dema kurdan qirkirina ermeniyan şermezar kirin, wan jî kurd tewanbar kirin. Ew li neteweya kurd neheqiyeke mezin bû. Ermeniyan propagandeke wûsa kirin ku serê piraniya kurdan şûştin. Kurd xistin bin kompleksêk e. Kurdan qirkirina ermeniyan ya di sedsala 20-an de li hemberî wan nedîtin û ew qirkirina.neanîn ser zimên.

Îsal jî kurdan qiirkirina ermeniyan bi xurtî şermezar û laned kirin. Her çiqas di lanedkirin û şermazar kirina kurdan de pirsgirêkeke mezin heye jî, lê dîsa dikarin qirkirina ermeniyan şermazar û laned bikin.

Lê kurd, di derbarê pêwendiya Kurd û Ermeniuyan de xwediyê nêrînên şaş in. Di gelek mijaran de nezan in. Li hemberî  ermeniyan tirsok û xwediyê kompleksê ne.

Sedema vê rewşê jî kurd dîroka xwe nas nakin. Loma jî di derbarê Ermeniyan û qirkirina ermeniyan de nêrînên şaş, li dijî neteweya xwe diparêzin. Pêwendiya kurdan û ermeniyan nas nakin.

Lê di van salên dawı kurd ji bona ku dîroka xwe nas dikin, ermneniyan; pêwendiya ermeniyan û kurdan jî nas dikine.

Rastiya dîrokî çi ye? Divê em biçek li vê mijarê binêrin.

Ermenî bi piştgiriya Orduya Rûsan û an jî bi orduya Rûsan ve  xwestin ku neteweya kurd biqedînin û Kurdistanê bikin welatê ermeniyan. Loma jî ermeniyan bi sedhezaran kurd qetil kirin û qirkirin. Mîlyonek kurd ji Kurdistanê derxistin.

Piştî ku Yekîtiya Sovyetan belav bû û Ermenîstan bi her awayî bû dewleteke serbixe yanî di qonaxa dawî de jî Dewleta Ermeniyan li hemberî kurdan jenosîdekê dimeşîne. Kurdên êzîdî wek Kurd qebul nake. Ji bona ku kurdperwerên êzîdî û kurdên misilman bên tasfiye kirin û qirkirin çalakiyên wan didomîne. Kurdên Zaza jî ji bona ku ji neteweya xwe veqetîne hewil dide.

Ermenîstan, Kurdên Elewî nas nake. Kurdên elewî dixwaze ji kurdbûnê dur bixe. Ji bona kurdên elewî jî ji neteweya kurd veqete û li dijî kurdan rabin xebat dike.

Ji bona vê li zanîngehan lêkolînên ne rast dide çê kirin.

Ermenîstan dibêje ku Kurdistan tune ye. Ermenîstana Rojava heye. Yanî Kurdistan jî bi tevayî ya ermeniyan tê qebûl kirin.

Rewşenbîrên Kurd yên ku siyaseta Dewleta Ermenîstanê qebûl nekirin, ji Ermenîstanê hatin derxistin. Prof. Dr. Seîdê îbo şêhîd kirin û kûştin. Di derbarê şêhîdkirina Seîdê îbo de lêpirsîn jî pêk nehat.

Kurdan dema Hrant Dînk hat kûştin gotin “em Hrant Dink in. Lê tu wext ermenî ji bona Kurdan negiriyan. Negotin ku “em jî Seîdê Îbo” nî. 

Ermenîstanê him ji bona berjewendiya xwe li hemberî Ezarbeycanê Dewleta Sor ya Kurdistanê da îlan kirin. Pişt re jî Kurdistana Sor ji holê rakir, axa Kurdan dagir kir. Kurd sirgûn kir û  15 hezar kurd li çiyayên Mûrov  cemidîn, jiyana xwe ji dest dan.

Heta çend salên dawî Kurdan ev rastiya nedizanîn. Ji bona qirkirina ermeniyan digiriyan, lê ji bona xwe nedigiriyan. Heta xwe ji bona qirkirina ermeniyan tewanbar didîtin. Ji ermeniyan lêborîn dixwest in. Lê ermeniyan tu wext ne ji bona qirkirina xwe ya kurdan û ne jî ji bona qirkirina Dewletên kolonyalîst hîç demekê dengê xwe nekirin.

Di encamê de mirov dikare bibêje ku Kurd ji bona xelkê hene. Lê her neteweyek ji bona xwe hene, ji bona xwe digrîn, derdên xwe derman dikin. 

Lê di van salên dawî de rewş û helwesta kurdan tê guhertin. Ji bona xwe jî hewildan dikin. Bila pîroz be.

Diyarbekîr, 30. 04. 2021

Nerîna min :