Nivîsar

Dema dibînim Kurd şerê hev dikin, bêzar dibim

 

Donald Zedler li gelek konsolxaneyên Amerîka û li Bexda jî nêzîka berî 5 salan li Wezareta Parastina İraqê wekîlê hikûmeta Amerîka bû. Navbirî dibêje: “Hun dizanin çi min bêzar dike? Ew yek min bêzar dike ku ez dibînim, hê Kurd li gel hev şer dikin.”

Zedler di warê leşkerî de xwedan ezmûneke 38 salî ye û kolonêrekî xanenişînkirî ye, xwe wek dostê Kurd û Barzaniyan nîşan dide û dirêjî bi axaftina xwe dide: “Erê çi bi we hatiye. Hun birane. Hun li dijî hev radiwestin? Ev karek wek yê dînane. Niha dema yekgirtin û bihêziyê ye. Dijminên we mezintirin û amade ne. Hê pirsgirêkên we yên navxweyî hene. Kengê wê dema wê yekê bê, biraderno dawî li vê yekê bênin?” Lê xwepêşandanên parêzgeha Silêmanî, ji bilî çend rojên despêkê nebe ku çend kûştî û birîndar çêbûn, niha bi awayek giştî aştiyane ne. Lê rewşa siyasî pir aloz û tevlîheve.’’

Bêgûman piraniya xwepêşanderan alîgirê Tevgera Goran in û di hilbijartina 25.07.2009an de bajarê Silêmanî birine. Li ser wê yekê hevdeng in ku di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gendeliyeke zêde heye, daxwaz dikin ku dawî li gendeliyê bê û despêkê jî tenê daxwaza hilweşandina hikûmetê dikirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bo encamdana hilbijartina pêşwext amadebûna xwe pêşan da û wek çareseriyeke herî baş a krîza siyasî ya niha binav kir. Piştre Serokkomarê İraqê Celal Talabanî jî piştgiriya xwe ji bo wê daxwazê destnîşan kir. Xwepêşander berî ku hilbijartineke pêşwext bê kirin, daxwaza hikûmeteke demkî, hêzên leşkerî, polîs û asayîşeke serbixwe dikin.

Hana Hekîm (26) bavê wê çend roj berî xwepêşandanan gefa wê yekê xwar ku xwe bişewitîne û piştre ji aliyê Goran ve hat poşmankirin, vê yekê dengvedanek di çapemeniyê de dirûst kir. Li ber dergehê Sera bi çavên tejî rondik ve got: “Çi gûnehê bavê min heye ku dixwaze xwe bişewitêne… Gendelî bese. Bese rijandina xwîna ciwanan. Herin kûrsiyên xwe vale bihêlin.”

Di demekê de Zedler daxwazên xwepêşanderan ên derbarê kêmiya elektrîk û xizmetkirinê ve rewa dibîne, lê hişyariya wê yekê da ku ji bo armancên siyasî ti grûbekê bikarneynin; “Eger bi aştiyane bikin, divê daxwazên we yên aştiyane bên bihîstin û bersivek aştiyane ji we re bê dayîn. Lê eger grûbek rêgir hebe û ji bo karnameya xwe kavilkariyekê encam bide? Çêdibe ku eger kêmine bixwazin wê kavilkariyê mezin bikin?” Zedler bilêv kir ku rewşa Kurdistanê di aliyê elektrîk û xizmetên din de, cûdahiyek mezin li gel beşên din ên İraqê heye.

Bêyî berhevkirina ti grûbek taybet, Zedler mînakek anî û got: “Hun dizanin çima Bolşevîkên Rûsya kêmînebûn, lê Menşevîkan şoreş birin. Lê wan Menşevîk, bermayên şoreşê û gelên wan ji nav birin.” Zînde got: “Divê bê zanîn ku nerazîbûn çavkaniya xwe ji kûderê digrin. Kî jê sûd werdigire? Kî li pişte?”

 

 

(Rudaw)

Back to top button