Cîhan

Li Sûrî êrîşê mizgeftê kirin û 6 kes kuştin

 Li gora nûçeya Reutersê îro weşankiriye, îro hêzên dewleta Sûrî êrîşek birine li ser mizgehfta Al imrî li bajarê Dera. Di encama vê êrîşê de 6 kes hati kuştin û birîndar hene. Piştî kuştina van 6 kesan xelk cardin ji bo xwepêşandanê derketin derve û xwepêşandana heta niha ya herî bi girsehî destpêkir. Li gora agahdariyan xwepêşandan hêjî berdewam e.

Piştî vê bûyerê ku îro berî berbangê bûyî,hêjmara kesên li bajaêr Dera hatîn kuştin gihat 10 kesan. Li gora nûçeya Reutersê, ji berî ku êrîş bê kirin, elektrîka deverê hat qutkirin, û tevahî xetên telîfonan hatin birîn. Piştî êrîşê bangên xwepêşanderan dihatin Xwedê Mezine, Xwedê Mezine.

Eve 48 salin li Sûrî rewşa awarte heye.

Back to top button