Civak

Dema Akşener serdanê dike Dersim dibe Tuncelî

Seroka IYI Partiyê Meral Akşener di çerşova serdanên xwe de serdana Tunceli(Dersim) kir. Li Dersimê Akşener gelek bi germî hate pêşwazî kirin. Di serdana xwe de Akşener çû Cem Evî. Alewî Cem Evî yê li Tirkiye û Kurdistana Bakur wek cihê îbadeta xwe bi kar tînin û wacibên xwe yên olî li Cem Evi tînin cih.Di bingehê xwe de tu bihayê vê nûçeyê tuneye. Lê dema kesayetek wek Meral Akşener bi heyeta xwe ve serdana Tunceli bike û gelek bi germî bê pêşwazikirin hindikbê jî balkêşe.Herweha li Cem Evi Şûrê Hz. Eli ku li ser “ Medet Ya Elî“ nivîsandî raberî Akşener kirin.Meral Akşener û hevalên xwe ji MHPê cuda bûn û IYI partî avakirin. Akşener kesayetek nijadperetê tirke. Lê ew xwe wek ji bingehê xwe ji Diyarbekir dide naskirin. Lê ev yek nahata zanin , dema Akşener IYI partî damizirand , got eslê malbata min ji Diyarbekire.Mixabin her çikas Tuncelî bajarek Kurdistanê bê jî dîtinên mezhebî li pêştirin. 

Back to top button