
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, Serokwezîrê Slovenyayê Robert Golob, Seroka Banka Navendî ya Ewropayê Christine Lagarde jî beşdarî civîna roja duyemîn a Lûtkeya Serokên Yekîtîya Ewropayê (YE) ya ku li Brukselê hat lidarxistin, bûn.
Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo, berî lûtkeyê axivî û diyar kir ku berjewendîyên wan yên hevpar li gel Herêma Kurdistanê hene û bal kişand ser girîngîya ewlehî û aramîya herêmê.
De Croo, bi bîr xist ku ew li hinek deveran bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bazirganiyê dikin û got: “Yek ji van xebatan veger û azadkirina zarokên Belçîkayî yên li ser sînorê Sûriyê bû. Em bi piştevanîya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê kêfxweş in”. Serokwezîrê Belçîkayê herweha got: “Em bi peywendîyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê kêfxweş in. Em li bendê ne ku têkilî û hevkarîya xwe zêdetir bikin”.