Dewleta kurdî di peymanên nêvdewletî da
B.S.Silêvaneyî
Piştî cengê cîhaniyê yekê li sala 1914-1918 da û revîna Turkiya, bajêrê Îstembol bûye xuceyeka baş bo xebata rewşenbîrên kurd, bi taybet dema wan çirîskeka ronahiyê dîtî di axftina serokê Emirîkî (Wilsin) da li sala 1918-ê , û 14 bend di axiftina xweda aşkera kirin.
Benda diwê derbarey miletên li jêr destê hikumeta Osmanî da û danana qewarekê (kiyan) bo wan miletan û bêne dirustkirin piştî rawestana cengê, ji ber vê yekê rewşenbîrên kurd dest bi xebata xwe kirin, û daxwaziya serbexuya miletê kurd kirin û arîşeya miletê kurd berçavên civata (Îsbe el umem).
Li roja 10-î Tebaxê 1920 , peymana Sîver hatiye bestin, gelek babetên giring hatine biryardan, û dibenda 62-ê da derbarey kurdan dibêje: Cihên kurdan pêdviye desthelatdariyek navxuyî bo wan bête dan, û taybet ew cihen baraptir jê kurd bin , û dibenda 63-ê da dibêje: Di maweyê sê mehan da pêdviye Turkiya biryara bendê 62-ê bicih bîne û li dûv pilana hatiye danan , û dibenda 64-ê da dibêje: Kurdan maf heye peywendiyê digel civata (Îsbe el umem) biken û daxwaziya serbexuya xwe biken .
Belê li sala 1923-ê da li roja 24-ê recebê peymana Lozan hatiye girêdan, diwê peymanêda gihorîn hatine kirin di berjewendiya Îngilîz û Turkan da li ser kîstê miletê kurd, û arîşeya wîlayeta Mûsilê kete cihe babetê kurdan, û biryara wê ya 38-ê dibêje: Turkiya peymanê dide hemû miletên xwe bi parêzin û azad bibin û jiyaneka xweş û bextewer biburînin, bê cêwazî dinavbera netewe û ziman ayînî da ,
Û biryara 39-ê dibêje: Turkiya çi nexweşiya neke beramber miletên xwe û zimanê xwe bikarînin bi azadî , belê Turkiya çi pûte bi van biryaran nekir.
Derbarey vî babetî (Dîvîd Migdol) di pirtuka mêjûya kurdan ya nû li berperê 278-ê da gotiye: Dema arîşeya Mûsilê ketiye berçav li peymana Lozan, (El Mihemed) Mihemed Nurî nivêsiye bi zimanekê neteweyî, gotiye: Ji ber ko xelkê wîlayeta Mûsilê bi şêweyekê giştî kurdin, boçî kesên ji derve di daxwaziyên xwe da amajeyek kêm ji miletên wan li wêrê hene?.
Ew daxwaziya me pêşkêşkirî bo peymana Lozan ne ji ber parastina kêmatiyê ye, belê ji ber hikumkirina mafê jiyanê bo miletekê serbexo bijît li ser erdê xwe.Her (Migdol) dibêje li perê 273-ê da ji pirtuka me amaje pêkirî: Birîtaniya digera Turkiya razî bike ji ber berjewendiya xwe, da Turkiya piştrast bike ko babetê otunumiya kurdan bicih hêlan, xiyaneteka mezintir eveye di meha remezanê da, sala 1922-ê , aşkera kir ko hikumeta Celal Şahê Birîtanî û hikumeta Îraqê… Gerden azakirina xwe diyarkirin beramber rûdana dirustkirina dewleta kurdî .
Bi vî rengî axvtin di peymanên siyasî da hatîne ji navbirin û ji ber vê egerê Birîtaniya gunehbare ji xiyanetê beramber miletê kurd , û her (Divîd Migdol) di wî berperîda dibêje: Birîtaniya kurd bê eger (emden) bicih hêlayine bo hikumetên erebî û merema wê ewe xwe pîç pîçe xilas bike ji peymanên dewlî , her Migdol dirêjî daye axiftina xwe û dibêje: Peyman hatiye dan li pêş civata koma dewletî da û ew curê kargêrî yê bi hête bi karînan derbarey kargêriya navxu bo kurdan li dûv biryara lîjna dûvçûnê, û piştî çend rojekan û 21-ê kanûna duwê da serok wezîrên Îraqê (EbdullMihsin El Sedun) di civata endamên perlemanî da got: Ev neteweye neşêt bijît eger mafên hemû binyatên Îraqê ne hêne dan. Dûmahîka Turkiya bila bo me bibe serbor , pêdviye em ne zivirîn li ser siyaseta xwe ya berê ewa hikumeta Osmanî, pêdviye em mafên kurdan bideyinê û divêt fermanberên wan ji zanabin û zimanê wan bibe fermî û pêdviye zarokên wan li qutabxaneyan bi zimanê xwe bixûnin, û ya pêdviye li ser me em serederiyeka baş digel wan bikeyin li ser biniyatê bê cêwazî, çi muslman bin yan mesîhî bin, bi edalet û hemû mafên wan bihêne dan . ev gotine li kombûna civata perlemanî 21-î kanûna duwê, sala 1956-ê , da hatiye derêxistin ji pirtuka (Silokît ya Birîtanî) ya Îraqî laperê 186-ê da, eve wekû mezinên me gotîn,(( dibêjin belê napêjin)).