Cîhan

Pêwendiyên Swed û Tirkiye têk diçin

Piştî parlementoya Swedê bûyera sala 1915-ê ku Tirkan dijî Ermenî, Asurî û Kildaniya kirî wek jenosîd (kirkirin) hate qebûl kirin, pêwendiyên di navbera Tirkiye û Swed jî kete pêvajoyek din de. Ev biryar di  parlementoya Swed de bi dengekî hata qebûl kirin. Piştî biryarê Hukumeta Swed daxûyaniyek derêxist û got; Ev karên dîrokêne, ev biryar nabe arikariya pêvajoya ku niha li Tirkiye ber başiyê ve diçe û tu bandorek erênî li pêwendiyên Tirkiye û Ermenistanê nake.

Dema ev biryar di parlementoya Swed de derket, Tirkiye li himber vê biryarê bi tundî helwest danî. Serokwezîrê Tirkiye serdana xwe yak u 17-ê adarê ya Swed sekinand û sefirê Tirkiye yê Swed bangî Enqere kirin. Herweha îro vê sibehê wezereta derve ya Tirkî sefîrê Swed li Enqere xwest wezaretê, da ku vê biryarê protesto bikin.

Stanbulê grubekî ber konsolosiya Swed  ev biryar  protesto kirin û dijê Swed gotin û diruşme gotin. Beşek ji parlementerên Tirk ne razîbûna xwe dan diyar kirin. Piştî vê bûyerê dê pêwendiyên Swed û Tirkiye bikevin pêvajoyek nû de.

 

Back to top button