Polîtîk

Dayîkên barzaniyan weke şêrejinan tehedaya enfalan kir

Bi minasibeta derbasbûna 30 salan bi ser enfakirina 8000 barzaniyan de, Nêçîrvan Barzanî serowezîrê Kurdistanê di peyamekê de dibêje ku, hikûmeta wê demê ya Îraqê xwest bi awayekê sîstematîk barzaniyan jinav bibe:

– Rijêma Îraqê di wê pêlê da bi awayekî gelek dirindane û sîstematîk xwest barzaniyan jinav bibe. Ew yekemîn pêla mezin a jênosîdakirinê bû ku, rijêma Îraqê li serdema Sedam Hisên li dijî neteweya kurd encam da

Barzanî di peyama xwe de behsa rola xelkê Hewlêrê dike ka çawa di hewara malbatên barzaniyan de hatin û bi her awayî destê hevkarî û alîkariyê jê re dirêj kir:

– Di wê demê de ku, barzanîbûn û teamilkirin û hevkarîkirin bi malbatên barzaniyan re qedexe bû, xelkê Hewlêra xweştivî mezintirîn dastana merdayetî, kurdperwerî û mirovatiyê tomar kir. Bi rastî, çakî û merdayetiya xelkê Hewlêrê qet nayê ji bîr kirin û Hewlêr kelheya merdayetiyê dimîne.

Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya peyva xwe de behsa xweragirîya dayîkên barzaniyan dike û dibêje:

– Dayîkên barzanîyan, keçên barzaniyan ku, ji axaftin û suhbetkirina digel bav, bira, hevjîn û bapîrên xwe,  di jiyana rojane de bêpar bûn, heta kes di nav de nebû miriyên wan veşêre û karekê bike ku, di  nav civaka kurdewarî de karê mêran be, weke şêrejinan tehedaya enfalan kir, zarokên xwe bi serbilindî xwedî kirin û bi ruheke kurdperwerî perwerde kirin.

Ev li jêr teksta peyama serokwezîrê Kurdistanê:

Xelkê welatperwerê Kurdistanê

Malbatên xweragirên enfalkiriyan

Îro bi ser enfalkirina 8000 mêr û gêncên barzaniyan di sla 1983ê de 30 sal derbas dibin. Rijêma Îraqê di wê pêlê da bi awayekî gelek dirindane û sîstematîk xwest barzaniyan jinav bibe. Ew yekemîn pêla mezin a jênosîdakirinê bû ku, rijêma Îraqê li serdema Sedam Hisên li dijî neteweya kurd encam da. Pişt re pirosesa mezin a enfalan bi heşt qonaxan li devera Cafayetî heta ku digehe devera Badînan, 180 hezar mirovên kurd bê şînwar kirin û bi saxî binaxkirin. Ewa bi ser barzaniyan anî bi serê wan jî anî, Sedam ew jî weke barzaniyan ber bi biyabanên Îraqê ve birin û bi saxî binaxkirin.

Devera Barzan, ji sedema şoreş û serhildanên ji bona rizgariya Kurdistanê, di serdemên cuda da wêrankirin, veguhastin, sergunkirin îsolerekirina jin , zarok û pîran bi xwe ve dîtiye, lê hovanetirîn ew bû ku, Sedam Hisên encam da. Sedema Hisên di dema enfakirina barzaniyan de mêr, zarok, kal û gênc giritn û bi saxî binaxkirin. Herwesa xurak û hemû pêdviyên jiyanê ji malên barzaniyan qut kirin, bi awayekî ku, barzanîbûn kiribû tawaneke gelek mezin û bi her awayekî wêrankirina wan malbatan bi edalet dizanî.

Lê belê dayîkên barzanîyan, keçên barzaniyan ku, ji axaftin û suhbetkirina digel bav, bira, hevjîn û bapîran xwe di jiyana rojane de bêpar bûn, heta kes di nav de nebû miriyên wan veşêre û karekê bike ku, di  nav civaka kurdewarî de karê mêran be, weke şêrejinan tehedaya enfalan kir, zarokên xwe bi serbilindî xwedî kirin û bi ruheke kurdperwerî perwerde kirin. Raste gelek ji wan zarokan ji sedemê hejarî, destkurtî û karkirina dayîkên wan, di dema sava û zarokîniyê de şîrê dayîkên xwe tam nekir, lê hînê wê yekê kirin ku, serê xwe ji bo rijêmê netewîn in û dijwariya jiyanê tehemul bikin. Kurd pêwîste hertim şanaziyê bi dayîkên barzaniyan û hemû dayîkên malbatên enfalkiriyan bike ku, serê xwe li hember dirindetirîn êrîşên jênosîdakirinê netewand, wan nasname û şerefa neteweya kurd parast.

Di wê demê de ku, barzanîbûn û teamilkirin û hevkarîkirin bi malbatên barzaniyan re qedexe bû, xelkê Hewlêra xweştivî mezintirîn dastana merdayetî, kurdperwerî û mirovatiyê tomar kir. Bi rastî, çakî û merdayetiya xelkê Hewlêrê qet nayê ji bîr kirin û Hewlêr kelheya merdayetiyê dimîne. Xelkê hertim xêrxwaz û welatperwerê Hewlêrê, bi hebûna îmaneke mezin bi heq û heqperweriyê, alîkariya wan malbatên barzaniyan dikir, daku bikaribin xweragirin, bi serbilindî bijîn û serê xwe netewînin. Her yek ji wan dayîkên kesûkarên enfakiriyên barzaniyan gelek çîrokên balkêş hene li dor alîkarîkirina xelkê Hewlêr û xelkê wîlayeta Hewlêrê digel wan. Ew hevkarî û alîkarî, ne bi tenê nayê ji bîr kirin, lê ew dê hertim di wîjdana me de zîndî bimîne, çimkî wan çîrokan canê yekneteweyîbûn û kurdistanîbûnê bi hêz kir, niha jî ji bona yekbûn û hevkariyê li Kurdistanê  îlhambexş in. Îro jî Hewlêr hêzeke meizin û sereke dide pêkevbûn û yekbûnê di navbera hemû neteweya kurd û hemû gelê Kurdistanê de.

Enfalkirina barzaniyan, ne bi tenê neteweya kurd bê hêz nekir, lê hewlêriyan wisa kir ku, bibe sedema bihêzkirina canê hevkarîya niştimanî, xweragiriya niştimanî û bihêzbûn îmana bi  serketin û kulnedanê. Îro hemû gêncên barzanî ku, wê serdemê sava bûn, ji sedema wan çîrokên dayîkên wan jê re vegotine, gelek ji hewlêriyan hez dikin, îltîzameke xurt digel Hewlêrê heye û gelek şanaziyê bi hewlêrîbûna xwe dikin.

Dadgeha bala a tawanan li Îraqê, di sala 2011ê de, biryar da ku tawana enfalkirina barzaniyan  jênosîda ye, lê heta nuha hikûmeta Îraqa federal ew biryar cîbicî bekiriye û tezmînat nedane malbatên enfalkiriyan. Careke din daxwazê ji hikûmeta Îraqê dikin biryara dadgeha bala ya tawanan ya Îraqê cîbicî bike tezmînatan bi malbatên enfalkiriyên Barzan, Germiyan, Helebce û deverên din yên Kurdistanê bide û wek kêmtirîn wezîfe li hember malbatên qurbaniyan eda bike.

Nemirî bo şehîdan û serbilindî bo malbatên enfalkiriyan û xelkê xweragirê Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Back to top button