Civak

Dayikek û du zarok

Heta niha dema behsa  şer tê kirin piranî li ser hêstirên dayîka disekinin. Tê gotin vêca bese bila dayîk negirîn. Hinek dayîk zarokên wan gerîlane, çekdarên PKK-ê ne û li serî çîyane, dema zarokek yê wan jiyana xwe i dest dide dilê wan dişewite , herweha leşker jî zarokê xelkêne dema di şerekî de leşkerek jiyana xwe ji dest dide, dilê dayika wî jî dişewite. Lê tiştek din heye ne wek van herduya ye jî, hinek dayîkên kurd hene zarokek yê wê li çîyaye , gerilaye. Zarokek din jî leşkere û devera şer heyî leşkeriya xwe dike. Yanî du bira, hergav dikarin di qada şer de werin himber hev û yek yekî bikuje. Gelo ew dayîk dikeve çi halî? Gelo kî bi vê êşê dihese?

Dayikek_Kurd_725392342.jpg

Li ser vê babeta gelek hesas rojnemevana Starê Hatice Yaşar, li Diyarbekirê du dayikên ku zarokên wan hem leşker û hem jî gerîla re hevpeyvînek kiriye. Dayika bi navê H.G di vê derbarê de dibêje: “  Ji 8 kurên min du çûn çîyê û 4-an jî leşkeriya xwe kir. Kurek yê min niha li Kilîsê leşkeriya xwe dike. Ew vegere, dê kurê min yê herî biçûk wê herê leşkeriya xwe bike. Ez her tim tirsekî de dijîm“

Dayikek din bi navê S.A di bêje: “  Ez rojekî hatim mal min kurê xwe nedît gotin çûye. Ez heta berê sibehê man ku ew vegere mal, roja din mirê min got ew çûye, derketiyê çîyê. Eve du salin min tu agahdarî ji kurê xwe nestandiye, ez her roj hêviyê me ku destê xwe li derî bide werê mal.Kurê min yê din ji berî 10 mehan çû eskeriyê, ez her roj bi dilek kul û tirsekî  li nîça dinêrim. Bila rojek zûtir ev şer bisekine, bese xwîna hatî rijandin..“

 

Rojevakurd

Back to top button