Polîtîk

Leşker nahêlin şer bisekine

Cengîz Çandar rojnemevaneke ku, gelek caran di derbarê pirsa kurd de nivîsiye.Îro cardin nivîsek ya çandar gelek balkêş derket. Cengîz Çandar dibêje ku, heta niha di derbarê pirsa kurd de serkaniyek ya min ya nûçeya heye û her tişta ku vê serkaniyê ji min re gotî rast derketiye. Çandar dibêje  wek mînak min dizanî ku, di kongreya koma civakî de, wê Ahmet Turk bibe hevserok û cardin prosesek din di pirsa kurd de destpê bike. Ji ber ku Ahmet Turk hinek merc dane pêş û hevserokî qebûl kiriye.

Herweha dihat gotin ku dê kongre biryarekî bistîne û bangê herdu aliyan bike ku, çek karneynin û agirbestek çêbibe. Piştî van biryaran yek tişt tenê dima, diviya xeber ji Îmralî were û Ocalan vê agirbestê heta 12-ê îlonê ilan bike. Lê Roja ku parêzerên Ocalan herin Îmralî, eskeran asteng çêkirin û hevdîtina Ocalan û parêzerên wî pêk nehat da ku agirbest bête ilan kirin.

Aliyê hukumetê tu cara texmîn nedikira ku wê leşker bi semek gelek pûç bikaribin astengê ji bo hevtîdina Ocalan û parêzerên wî çêbikin. Kesekî bawer nedikira ku ev yek çêbê. Divê herkes bibîneku, li Tirkiye beşek insan, taybetî leşker naxwazin şer xilas bibe. Ew dixwazin ev şer berdewam be, jiyana wan di vî şerî deye. Divê veca herkes vê bibîne.

Back to top button