Polîtîk

Daxuyaniya Mehmûd Osman

Mehmûd Osman siyasetmedarê kurd û endamê parlamentoya Îraqê li ser hevpeyvîna Îrfanî Ferd ku di kovara Livîn de di 01.08.2010ê de hat bû weşandin, ev daxuyaniya li jêr da çapemeniyê:

Tevî  ku ew gotinên Îrafanî Qaniî Ferd di kovara Livîn de belav kirine negiringin û nehêjayê hindê ne ku mirov behis bike, lê jiber ku nave min tê de hatiye û rojnameya Hawelatî jî bi manşetek gelek mezin nivîsiye ku qaşo; Min hindek ji gotinên wî kesî piştrast kirine, min bi pêwîstî zanî ku dîtina xwe bi kutî diyar bikim.

Wî kesî (Îrfanî Qaniî Ferd) bi tenê yek car ez dîtime, ew jî ji bo behiskirina peywendiyên min digele mam Celal, bo wê kitêba wî li ser mam Celal nuvîsî, bû.

Bi dîtina min ev awayê nivîsîna ji aliyê her kes û her aliyekî be beşek ji hewlên dagîrker û dijminên doza neteweya kurd e, ji bo şêlûkirin û bêqîmetkirina dîrok û yekêtiya rêzên gelê me ye.

Ew hemû dijî berjewendiyên miletê me ye û ew ne rexne û  derbirîna bîrûrayane ku tiştekî normal be, lê ew buhtan, tomet û sivikirina milet û dîroka serokên me ye û nabe tu giringî bi wan nivîsan bê dayîn.

Belge jî ji bo vê yekê ewe ku hemû ew gotinên  li ser nirxandina dîroka xebata neteweya me li gor qewil û nivîsên dagîrker û dijminê miletê me ne ku hertim di şerên li dijî me û têkdana qeware û şoreşên şêx Mehmûd, Mihabad, Îlon û bakurê Kurdistanê…htd rola wan hebûye.

Di demekê de ku bi hezaran belge û dekomentên pozetîv di arşîvên cîhanê de li ser eynî pirsê û şahid jî hene ku ew awayê nivîsna buhtan û drew in.

Lê bi dilxweşî ve dibêjim ku, kurên hemû parçên Kurdistanê hişiyar in û van bizavên biguman û bêencam fam dikin û bi giringî wernagirin, belkî dê wan şermezar û rûreş kin û  yên bi nav dîroknas jî nas kin, bi taybetî li rojhilatê Kurdistanê.

Li vira, tevî hemû hurmet û piştevaniya min bo azadiya rojnameveniyê ku nabe bi tu awayî bê kêmkirin, daxaza min ji mediyayê ewe ku zêdetir hest bi berpirsiyariyê bikin û pirensîpên serkeyên meslekê xwe li ber çavan bigirin, û van nivîsên zererbar bilav nekin ku bi tenê ji bo hindê ye daku zêdetir rojenameyên xwe pê bifroşin yan jî li ser hisabê sum`e û kerameta xelkê din balê bikşînin ser xwe.

 Dr. Mehmûd Osman
Endamê parlamentoya Îraqê
12.08.2010ê

Back to top button