Cîhan

Dizeyî pêşwazî li şandeyeke komeleya dostaniya kurdi-swêdî kir

Duhî li Hewlêrê li dîwana wezaretê, Sefîn Dizeyî wezîrê perwerdeyê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeyeke komeleya dostaniya kurdi-swêdî (KSF) ku ji Tîna Kantola seroka komelya dostaniya kurdi-swêdî û Hena Mîranî berpirsa dosyeye perwerdeyê û xandina bal ali kometeya navborî pêkhat bû, kir.

Di dîdarekê de şandeya komîteya KSF bi kurtî behsa kar. Çalakî û pirojeyê komelya xwe yên li herêma Kurdistanê di ware hunerî, rewşenbîrî, perwerdeyî û civakî de encamp dane kir. Şandeya mêvan got ku her çiqas ev du sala komeleya dostaniya kurd-swêdî hatiye ava kirin lê div ê dema kurt de helek çalakî ji bon kûrkirina têkeliyan di navbera her du gelên dost kurd û swêdî de encamp dane û ew kurdê ji welatê Swdêdê vedigerin bo herêma Kurdistanê dikarin fêdey ji pirojeyên KSF bibînin.

Ji aliyê xwe ve wezîrê perwerdeyê hevkarî û piştevaniya wezareta perwerdeyê bo serxistina çalakî û pirojeyên komeleya dostaniya kurd-swêdî dupat kir û got ku gelê kurd tu carî hevakrî û alîkariya gelê swêdî bo doza rewaya gelê kurd jibîr nake.

Di mijareke din de behsa sazkirina konferensa mamosteyên kurdên rûniştvanên Swêdê ku biryare di demek nêzîk de li Hewlêrê bê sazkirin, kir.

Back to top button